Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan 2022-02-26 16:35:06   ENQERE - Civîna duyemîn a nûnerên partî û pêkhateyên siyasî, ku bi banga HDP’ê li hev civiyan, destpê kir.    Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna yekem a di lêgerîna rêya 3’yemîn de di 18’ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin. HDP’ê di vê çarçoveyê de civîna xwe ya duyemîn bi hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger re pêk anî.    Tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Halkevlerî amade bûn.      Wê piştî civînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.