‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
- jin
- 18:17 16/7/2020
Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî didomin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me nelîze. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”