Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

  • jin
  • 18:39 8 Adar 2019
  • |
img
REQA - Li Reqa, Dêrazorê û Tebqayê, jinan bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinan teror têk diçe û jiyan geş dibe" 8'ê Adarê pîroz kir. 
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi tevlîbûna bi hezaran jinî li Reqa, Tebqa û Dêrezorê 8'ê Adarê hat pîrozkirin.  Di pîrozbahî û şahiyê de Lîna Bereket li ser navê Jinên Sûriyaya Demokratîk axivî. Lîna, bal kişand ser lehengî û têkoşîna jinê û şerê bi pêeşngiya jinê yê li dijî DAIŞ'ê û got: "Ev jin bi saya berxwedanê kom bûne. Jin xak, heval, dil û şehîd e. Ew parastvana doz û axê ye. Bi têkoşîna hevpar roja me ronî dibe. Jinan şer bi terorê re kir û destanên lehengiyê nivîsandin, şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Jinên Efrînê îro têkoşîna xwe ji bo azadî û rûmetê didomînin."
 
Her wiha Endama Koordînasyona Jinên Reqayê Ayşe Receb jî axivî û 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Divê hemû rojên me wek 8'ê Adarê bin." 
Piştî axaftinan koma Rêveberiya Jinan a Reqayê û Koma Tebqayê stran gotin û şano pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Nesrîn Botan li ser berxwedana Leyla Guven, têkoşerên Sûriyê û hêzên QSD’ê û Berxwedana Serdemê stranek got.
 
Di berdewamiya şahîyê de pêşkêşiyek ji cilên turasî yên taybetiya jinên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi stranên gelêrî ku li ser çanda herêmê, hate pêşkêşkirin. Zarokên bi navên Reyhan û Mîlad helbest gotin û diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Şahî bi govendgerandinê bi dawî bû.