Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn

img
RIHA - Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Rihayê 8 girtiyên li dijî guherandina qawîşan derketin hatin derbkirin û derheqê wan de bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” 10 meh ceza danê. 
 
Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê qawîşa 8 girtiyan bêyî daxwaza wan hate guherandin. Girtî, ji hêla 80 gardiyanên cilûbergên robokop li xwe kirin ve bi darê zorê ji qawîşan hatin derxistin. Bi hinceta ku di dema mudaxileyê de “li dolabên cilan xistine”, derheqê 8 girtiyan de bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Bûyer, di 7’ê îlona 2021’ê de qewimî. Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Bi vê yekê re darizandina girtiyan dest pê kir. Di 6’ê îlona 2024’ê de biryar hate dayin. Dadgehê bi îdiaya “Zirar daye malê cemaweriyê”, li girtiyên bi navên Salih Kolay, Serhat Bulut, Hasan Kiliç, Zeynel Karakaş, Enver Kanmaz, Ahmet Yilmaz, Avnî Gurbuz û Abdulhakîm Eşiyok 10 meh cezayê hefsê birî. 
 
Di biryara bihincet a dozê de hat îdiakirin ku “bi qeydên kamerayan hatiye tespîtkirin ku girtiyan zirar dane dolabên saziyê.” Lê belê qala îşkenceya gardiyanan a di dema guherandina qawîşê de nehate kirin. 
 
Parêzerên girtiyan jî li dijî biryarê li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê îtîraz kirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku girtî hatine îşkencekirin, serlêdanên sûc ên têkildarî îşkence û miameleya xerab a li dijî girtiyan bi biryarên neşopandinê biencam bûne. Her wiha hat gotin ku qeydên kamerayan ên weke delîl hatine pêşkeşkirin, derî usûlê ne û hat xwestin ku biryar were betalkirin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di 7’ê cotmeha 2021’ê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê 80 gardiyanên cil û bergên robokop li xwe kirin hewl dan bi darê zorê qawîşên girtiyan biguherînin. Di dema mudaxileyê de girtî hatin derbkirin û girtiyan xwestin ji bo girtina rapora derbkirinê biçin revîrê lê ev daxwaz hate redkirin. Girtiyên qawîşên wan bi darê zorê hatin guherandin, li dijî îşkenceyê çalakiya boykotkirina xwarinê li dar xistibûn. 
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Rihayê têkildarî îşkenceyê raporek amade kiribûn. Di raporê de wiha hatibû gotin: “Şandeya me di çarçoveya îfadeyên hevgirtî yên girtiyan de tespît kirine ku bi hinceta guherandina qawîşê bi darê zorê girtî ji qawîşên wan hatine derxistin û dema girtiyan daxwaza nîşandana biryara fermî kirin, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine derbkirin û rastî tundiyê hatine. Her wiha qedexeya îşkence û miameleya xerab hatiye binpêkirin.” 
 

Sernavên din

15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e | HATE NÛKIRIN
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê