Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin

  • jin
  • 16:22 8 Adar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û desthiladdariya mêr, dengê xwe bilind kirin. Jin li Mûş, Bedlis, Agirî, Îdir, Osmaniye û Edene daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku ev axa wan e û ji vir naçin tu deran. Jinan destnîşan kirin ku dê li dijî zilmê piştevaniye xurt bikin û bi berxwedanê aştiyê pêş bixin. 

 
Li gelek bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, şahî û pîrozbahî pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan li Mûş, Bedlis, Agirî, Îdir, Edene û Osmaniye 8'ê Adarê pîroz kirin û şahî pêk anîn. 
 
'DAXWAZA GUVEN DAXWAZA ME YE' 
 
MÛŞ 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mûşêb bi minasebeta 8'ê Adarê şahiyek pêk anîn. Parlamenter, namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê û rêveberên HDP'ê yên jin jî di navde gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de sînevîzyona ku tekoşîn û berxwedana Leyla Guven ya di grevê de ye dan pêşandan. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Çoşkun, diyar kir ku jinan bi têkoşine 8'ê Adarê bi dest xistiye û jin her dem pêşengiya têkoşînê dikin û wiha got: "Em dixwazin daxwazên Guven pêk bên. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em carek din dibêjin daxwazên Guven daxwazên me ne." Şahî bi diruşmeyên "Jin Jiyan AzadÎ" û "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû. Jinan pişti bernameyê li kolanê qurnefil li jinan belav kirin. 
 
BEDLÎS 
 
Jinên HDP’î li Kolana Cumhuriyetê ya Navçeya Tetwanê ya Bedlisê Buroya Hilbijartinê vekirin. Jinan piştî buro vekir şahiya 8'ê Adarê li dar xistin. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta “8'ê Adaré Roja Jinan a Cihané Piroz Be” û “Li dijî zilmê piştevanî û yekîtî" vekirin. Jinan di şahiyê de diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” û "Bijî Berxwedana Zindana” berz kirin. Li Navçeya Xelat a Bedlisê jî Buroya Hilbijartinê vekirin û piştî buro vekirin bi tilîlî û dirûşmeyan govend gerandin. 
 
AGIRΠ
 
Jinan bi heman armancê li Navçeyên Giyadîn û Bazîdê jî şahî pêk anîn. Jin li Giyadînê piştî gihiştin hev, li nexweşxaneyê li jinên nexweş qurnefil belav kirin. Jin li navçeya Bazîdê jî li Kolana Hunerê meşiyan û pankarta "Em ji bo bijîn û bidin jiyandin, Maf û Xeyalên xwe Di 8'ê Adarê de li Qadan in" vekirin. Jin li Bazidê bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî' hatin ber Buroya Jinan a Hilbijartinê ya HDP ê û qurnefil belav kirin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Yeliz Karaaslan, Namzeta HDP'ê ya Bazîdê Yıldız Acar, Aktivîsta Tevgerên Jinên Azad (TJA) Kezban Umlu û gelek jinên din amade bûn. Parlamenter Feleknas Uca li vir axivî û got: "Dibêjin ji vir herin. Em neviyên Ehmedê Xanî û Derwêşê Evdî ne. Em zarokên rojê ne. Ev der axa me ye. Em naçir tu derê. Lê em dê di 31'ê Adarê de qeyûmên wan ji vir bişînin." 
 
Jin piştre çûn Qesra Îshakpaşa bafirok belav kirin. 
 
ÎDIR 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îdirê ji bi heman armancê ji avahiya HDP'ê hata Şaredariyê meşiyan. Di meşêde namzetên hevşaredaran ên jin, jinên kurd, ezerî, tirk, terekeme û gelek jinên din amade bûn. Jinan ji her çandê cil li xwe kirin û li jinên derdorê qurnefi belav kirin. Jinan dema qurnefil belav kirin dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û li ber def û zirneyan govenda herêma Azeriyan gerandin. Jinan di şahiyê de pankarta “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û di grevê de ne" vekirin û dowîzê “Bijî piştevaniya jinê" û “Ji cînayetên jinan re na" û “Jin jiyan Azadî" rakirin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Îdirê Eylem Çelik, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 121 rojin di grevê de ye û 8'ê Adarê li Leyla Guven, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û hemû girtiyên jin ên girtî pîroz kir. 
 
EDENE 
 
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuşanî da çapemeniyê. Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Baran Oner, anî ziman ku tundiya li dijî jinê bi rêxistinî pêş dikeve û ew dê bêden nebin û serî netewînin. 
 
OSMANİYE
 
Rêxistina HDP'ê ya Osmaniye jî bi heman armancê li taxa Yunus Emre şahiyek pêk anî. Jinên ku cilên gelêrî li xwe kirin, alên HDP'ê li ba kirin û li ber muzîkê govend gerandin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û rêveberên HDP'ê û namzeta HDP'e ya Osmaniyê jî tev li şahahiyê bû. Şahî bi govendê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
 
 
Li Êlihê jî jin bi wêneyên Leyla Guven ku bi sînga xwe vekirin tevli Mîtînga 8'ê Adarê bûn û bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê. 
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di mîtînga ku parlamenterên DHP'ê, Remziye Tosun, Ayşe Acar Başaran, hunermend Pinar Aydinlar, Dayikên Aştiyê, namzeta hevşaredar a Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û hemû namzedên hevşaredar ên navçeyên Êlihê tevli bûn de jinan qad bi rengê mor xemiland.  Li qadê pankarta bi nivîsa "Em ji bo jiyan, jiyandin, gel û jiyana xwe li qadan e" hat daliqandin. 
 
Bernameya mîtîngê bi rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û Komîteya Amedêkar a Mîtînga 8'ê Adarê derket ser dikê gel silav kir. 
 
Ji bo axaftinê di serî de namzeda hevşaredar a Şaredariya Êlihê axivî û wiha got: "Başe ku em jin rêhevalên Leyla Guven in.  Emê di 31'ê Adarê de rengê jinê bidin sendoqê û Êlihê bikin bajarê jinan."
 
'NIKARIN JINAN BIQEDÎNIN' 
 
Piştre Parlamenterra HDP'ê Remziye Tosun, bang li jinan kir û got: "Bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku tê meşandin bajarên me hilweşandin. Çawa ku bi qetilkirina dayika Taybet, dayika Fatma jin neqedandin wê nikaribin têkoşîna wan jî biqedînin."
 
'WÊ JIN BI SER BIKEVIN' 
 
Piştre Ayşe Acara Başaran a HDP'yî derket ser dikê  û ji gel re axivî. Ayşe di axaftina xwe de ev tişt got: "Çawa ku tecrîda girankirî îro berdewam dike. Îro bi polîsên ku hatin vê qadê û bi kamerayan wêneyê jinan dikişînin li ser jinan jî tecrîd tê kirin. Di heman demê de ditirsin. Bila bitirsin jî ji ber ku wê têkoşîna jinê bi ser keve."
 
Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydinlar bi sirûda "Herne Pêş" qad coşand û piştre jî strana ku ji bo Leyla Guven çêkiribû got.  Mîtîng bi dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye"  û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.