Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê

  • jin
  • 21:11 7 Adar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
 
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê gelek çalakîhatin lidarxistin.
 
HESEKÊ
 
Bi dirûşmeya "Ji bo avakirina civakeke azad, piştgiriya jin dozeke girîng di jiyanê de ye" Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya pêşangeheke wêneyan a şêwekar Hesen Hemdan û 9 şagirtên wî vekir. Di pêşangehê de, wêneyên ku balê dikşîne ser rewşa jinên Kurd, Ereb û Suryan hatibûn daliqandin. Di vekirina pêşangehê de, Rêveberiya Buroya Jin a Partiya Pêşerojê Sûad Xelo axivî û diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilata Sûriyê li dijî zilmê têkoşîneke mezin dane meşandin heta gihiştin vê astê. Piştre, daxuyaniyek ji aliyê endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Hesekê Necah El-Îsa ve hate xwendin. Necah Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û têkoşerên jin ku di oxira azadî, edaletî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û got: "Jinên cîhanê hîna rastî desthilatdariyê tên. Di gelek civakan de jin bê maf hatin hiştin."
 
TEBQA
 
Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya şaxê Tebqayê jî îro li navenda partiyê ya li Taxa Sanî ya bajêr pêşangeheke destkariyê ku endamên buroya jin a partiyê çêkirine vekir. Di vekirina pêşangehê de, Cîgira Seroka Buroya Rêxistina Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna El-Xedban axivî û bal kişand ser şideta ku li ser jinan tê kirin û got, divê jin ji bo azadiya xwe li hemberî hişmendiya desthiltdariyê bitêkoşin.
 
Piştre, beşdarvan li hola pêşangehê geriyan.
 
ŞEHBA
 
Her wiha, Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya herêma Efrînê pêşangeheke alavên kevin vekir û belgefîlmek li ser xwepêşandanên jinan a li dijî bêmafiyê pêşkêş kir. Pênşangeh li navenda Çand û Hunerê a Navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê vekir. Seroka Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya herêma Efrînê, Xada Gor Ehmed, endama Komîteya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya Efrînê Zekiya Hecê û endama Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya şaxê Efrînê Zehîda Mamo axivîn. Di axaftinan de Roja Jinan a Cîhanê li jinên cîhanê û girtiyên zindanan hate pîrozkirin û têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate silavkirin. Kesên axivî, diyar kirin ku serkeftinên hatin bidestxistin berhemên fikr û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan e.
 
Di hola pêşangehê de belgefîlmeke li ser xwepêşandanên jinên li dijî neheqiyê hate pêşandan.
 
Paşê Endama Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya Îsraa Ibrahîm helbestek li ser berxwedana jinan xwendin û ji aliyê endamên buroyê ve şanoyeke li ser 8‘ê Adarê hate pêşkêşkirin.
 
DÊRIK
 
Li bajarê Dêrikê jî şahiyek ji aliyê Buroya Jin a Şaredariya Gel ve hate lidarxistin û yadîgarî diyarî zarokên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin kirin. Di şahiyê de, hevjîna kesekî ku jiyana xwe ji dest daye Rewşen Reşîd axivî û Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Leyla Guven, hemû jinên cîhanê pîroz kir. Rewşen bang li jinan kir ku xwedî li nirxên kesên di vê rêçê de jiyana xwe ji dest dane derkevin. Hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto jî axivî û got, ev roj li hemû jinên cîhanê, bi taybet jinên şervanên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, pîroz kir.
 
Piştî axaftinan, Koma Şehîd Zîlan, govend gerand. 
 
HELEB
 
Endamên Kongreya Star a Helebê bi wesîleya 8‘ê Adarê çûn serdana Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Hêzên Asayîşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û şervanên birîndar kirin. Jinan ku cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn, baxên gulan û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêşî wan kir.
 
Her wiha axaftin ji hêla endamên rêveber ve hatin kirin. Di axaftinan de 8`ê Adarê li tevahiya jinên şopdarên fikir û felsefeya Ocalan û kesên di vê rêçê de jiyana xwe ji dest dane hate pîrozkirin.
 
Têkildarî heman mijarê Yekîtiya Jinên Ciwan a Meclîsa Sûriyeya Demokraîtk (MSD) ya buroya Helebê, daxyuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Taxa Şerqî bi amadebûna jinên Ciwan ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşeger û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji hêla endama Buroya Ciwan a MSD`ê Reşa Mihemed ve hate xwendin.
 
SERÊKANIYÊ
 
Bi heman mebestê, îro Gerînendeya Darayî ya Meclîsa herêma Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê û Koordînasyona Jin a Serêkaniyê di şahiyekê de diyarî û gul pêşkêşî hevserên kesên jiyana xwe ji dest dane, endamên jin ên meclîslên her du navçeyên Serêkaniyê û Zergan kirin. Di şahiyê de cîgira hevserokatiya herêma Serêkaniyê Emîre Henawî axivî, 8‘ê Adarê pîro kir û got, jin ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tê dikoşe.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
QAMIŞLO
 
Li bajarê Qamişlo, edamên Mecliîsa Jinên Sûriyê li Çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî, taxa Qudûrbek û Kornêş baxên gulan û şêranî li şêniyan belav kirin. Her wiha çûn serdana Goristana Şehîdan û gul pêşkêşî dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane kirin.
 
DIRBÊSIYÊ
 
Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê serdana şervanên YPJ, Hêzên Asayîşê û Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê kirin û mûn li ser gorên kesên jiyana xwe ji dest dane vêxistin.