Namzeta jin: Ez ê bi ser bikevim

  • jin
  • 09:18 7 Adar 2019
  • |
img

AMED - Remziye Karagoz ku li Taxa Mûradiye ya navçeya Rezanê, navê xwe li ber keyatiyê danî, diyar kir ku tevî hemû gefan jî wê navê xwe daniye û got: "Naxwazim jin bên eciqandin. Ez ê bi ser bikevim." 

Li Taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê, Remziye Karagoz (45) ji bo keyatiya taxê bû namzet. Lê belê ji roja ku navê xwe ji bo namzetiyê daniye gef lê tên xwarin. Tevî hemû gefan jî Karagoz, diyar dike ku ew ê bi ser bikeve. 
 
BI ZORÊ HAT ZEWICANDIN 
 
Karagoz, di salên 90'î de ji gundê xwe yê girêdayî Licê ji mecbûrî koçber bû û di 12 saliya xwe de hat zewicandin. 3 zarokên Karagozê hene û 7 sal berê wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye. 
 
Karagoz, diyar dike ku 18 sal in li Taxa Mûradiyeyê ye û dibêje: "Bi saln xebitîm. Paşê min dikaneke biçûk vekir. Niha debara xwe bi vê dikanê dikim. Li taxê gelek jinên wek min hene. Ji ber hatime eciqandin, naxwazim jinên din jî bên eciqandin. Ji ber vê min navê xwe li ber keyatiyê danî. Sedemeke din jî pirsgirêkên taxê ne. Li taxê 4 kes bûne namzet. Dudo jê jin in. Lê bawer dikim ku ez ê bi ser bikevim." 
 
PIRSGIRÊKÊN TAXÊ
 
Karagoz, bal dikişîne ser pirsgirêkên taxê û dibêje: "Jin hilberîner in. Bawer dikim wê di warê destkariyê de tiştên baş biafirînin. Dikarin berên xwe li mekanên dîrokî yên Sûrê bifiroşin û debara xwe bikin. Zarokên me li nav kolanan dileyîzin.  Yanî li taxê qadên vala tune ne. Em dikarin parkên lîstikan çêbikin û zarokan ji vê rewşa talûke xelas bikin. Her wiha li taxê konteynerên çopê tune ne." 
 
KARGEHA WÊ HAT GULEBARANKIRIN 
 
Karagoz, bilêv dike ku piştî bûye namzet gelek zilam bi ser wê de çûne, lê belê jin jî piştgiriyê didin. Karagoz, diyar dike ku piştî bûye namzet du hefte şûnde kargeha wê hatiye gulebarankirin û kesê bi navê D.D. bi telefonê lê geriyaye û gef lê xwarine. Karagoz dibêje: "Kargeha min hat gulebarankirin. Min gazî polîsan kir. Polîsan, got kesên tiryakê bi kar tînin bi hev ketine. Bi zanebînî nehatiye kirin. Lê min bawer nekir. Wexta min got, ev êrîş li hemberî min hatiye kirin. Serkomser ji min re got 'her tu wisa dibêjî serê me dikeve belayê.'" 
 
Her wiha Karagoz, diyar dike ku li taxê afîşên waê hatine qetandin û wê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê D.D. kiriye. Karagoz, dibêje ewlehiya wê tune ye û li gor madeya 10'an a Rêziknameya Xizmetên Ewlehiyê tê parastin. 
 
MA / Esra Solin Dal