Komîteya Jineolojiyê yekemîn Navenda Jinelojiyê vekirin

  • jin
  • 20:14 6 Adar 2019
  • |
img
KOBANÊ - Komîteya Jineolojiyê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, yekemîn Navnda Jinelojî li ser asta herêma Firatê li bajarê Kobanê bi merasîmek girseyî vekirin. 
 
Piştî  xebat û amadekariyên du salan, Komîteya Jinelojî ya herêma Firatê yekemîn navenda xwe li ser asta herêma Firatê li navenda bajarê Kobanê vekir. Di navendê de 6 jin dê perwerdeyên jinelojî bidin. Navenda Jinelojî bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi merasîmekê vekirin. Bi dehan dayikên şehîdan, jinên enternasyonalîst û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Eyde Şêx Mihemed axivî û vekirina Navneda Jinelojî di serî de li Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêr Leyla Guven û hemû jinên cîhanê pîroz kir.
 
Eyde destnîşan kir vekirina navendê berhemên têkoşîna jinên wekî Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Arîn Kobanê ye û wiha domand: "Greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêber Apo di roja xwe ya 119‘an de, bila her kes nas bike ku Leyla ne bi tenê ye, em ê hemû pê re ne û em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin."
 
Di merasîmê de, endama Komîteya Jinelojî Dicle Efrîn jî axivî û wiha got: "Di vê roja giranbûha de em ê îro gaveke mezin li ser asta herêma Firatê bavêjin, ji ber ku ev cara yekem e navendek ji bo perwerdekirina jinan û lêkolînkirina çand û dîroka jiinan tê vekirin. Di dîrokê de bi sedan şoreş çêbûne, lê şoreşa jinan ku desthilatdarî li ser xwe qebûl nekir di rûpelên dîroka berxwedanê de têne xêzkirin."
 
Dicle di dawiyê axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di navendê de bigrin û rastiya xwe nas bikin. Piştî axaftinan, Koma Şehîd Avşîn a dîlanan a Çand û Hunera Baqî Xiqo û Koma Şehîd Viyan Amara a srtanan berhemên hunerî pêşkêş kirin. Perdeya navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate rakirin.
 
Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.