Ji Jinan Greva 8'ê Adarê: Jin rawestin jiyan radiweste

  • jin
  • 14:23 6 Adar 2019
  • |
img

STENBOL - Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca deng bidin Grevên Jinan a Navneteweyî ku di 8'ê Adarê de pêk bînin, bi hişyariya “Ger jin rawestin jiyan radiweste" banga "Haydê tu jî were deng bide greva jinan" kirin. 

 
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, metnê banga 8'ê Adarê ya Greva Jinan a Nenteweyeyî bi banga "Ger jin rawestin jiyan rediweste" parve kirin. Jinan di metnê 8'ê Adarê de gotin: "Em li çar aliyên cihanê hemû jin bi hevre cîhanê ji cihê wê dileqînin. Jin, wekî sala par îsal jî li gelek welat û deverên cîhanê, ji bo mafê xwe yê wekhevî û azadiyê bînin ziman, ji bo 8'ê Adarê amadekariya grevê dikin. Em bi hevre dibêjin 'Ji bo xeyal û mafê xwe em ji têkoşîn û destkeftiyên xwe tu gavan paşve navêjin. Em tawîzan nadin û îtîat nakin!' Em wekî jinên Tirkiye û Cîhanê di vê mijare de bi biryar in. Em li dijî rejîma zayendîparêz û hemû rejîmê mêtînger serî hildidin. Em dê dîrokê ji nûve binivîsin. Di 8'ê Adarê de ji çar aliyê Tirkiye deng didin greva jinan a navneteweyî." 
 
Jinan anîn ziman ku jin xwedî hêz in û wiha bi dawî kirin: "Ger ku jin rawestin, jiyan radiweste. Ji ber ku em ji dewleta mêr a bekaya xwe ji dijminantiya jinê digire bêzar bûn. Ji ber ku me darb dikin û xwe mexdûr dibînin. Em ji kesên rê li pêş zewacê û îstîsmara zarokan vedike bêzar bûn. Em ji kesên rê li pêş kurtajê mafê tenduristiya zêdebûnê û zayendî digire bêzar bûn. Em ji tundiya mêr a jiyana me armanc dike bêzar bûn. Em ji tacîz û tecawiza mêr bêzar bûn. Em ji hepiskirina jinê ya malê bêzar bûn. Em ji kedxwariyê, kuştinê bêzar bûn. Em ji stendina mafê jinê yê perwerde û tenduristiyê bêzar bûn. Em ji nebihîstina banga me ya aştiyê bêzar bûn.  Ji ber vê yekê em dibêjin “Ger jin rawestin, jiyan radiweste."
 
DÊ LI HER DERÊ GREV BÊ AXAFTIN
 
Roja 8'ê Adarê xebatên li dora grevê bên kirin wiha ye: 
 
"*Li mal, kargerî, kolan û dibistan jin dê li her derê fikra xwe ya grevê bîne ziman û niqaş bike, 
 
* Di 8'ê Adarê de pêkan be rojekê, ne pêkan be saetek an jî 15 deqîqeyan em mafê xwe yê jiyanê di afirîne û heqê qî nayê dayîn paşve dikişînin. Xebatê radiwestinin. 
 
*Ger ku em xebatê ranewestînin jî em bi jinên li der û dora xwe pirsgirêk û xeyalên xwe û mafê xwe niqaş bikin. 
 
* Em li her derê xebatê metna grevê dixwînin. 
 
* Em profila medya civakî bi logoya grevê “grevdikin" 
 
* Em hemû şeklê berxwedana xeyalên xwe di 8'ê Adarê de bi hestenga #JiyanRawesteJiyanRadiweste / KadınlarDurursaHayatDurur) parve dikin. 
 
* Li her qade em nivîsa "Jin Raweste Jiyan Radiweste" li çante, sîng, cam, derî û ciheki kargeriyê dixin. 
 
* Em li eywana mala xwe, cam û şirîda cilan û berdilkên mubexê potê paqijiyê dadiliqînin û dibêjin “Li vê malê grev heye" 
 
* Em rojekê derdê kesekî ji xwe re nakin derd. Em li şûna kesekî din nafikirin. 
 
* Em herî kêm bi jinekê re sohmet dikin û dibêjin 'tu çawa ye?' 
 
* Em jin bi jinê re wext derbas dikin
 
* Em li her derê qada xebatê bi coşa xwe daxwaz û têkoşîna xwe tînin ziman û bi coşa xwe dagir dikin. 
 
* Em li bajarên lê tev li meşên 8'ê Adarê dibin."