Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin

  • jin
  • 14:44 1 Adar 2019
img
COLEMÊRG / WAN - Di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Colemêrgê ji jinên girtî re kart hat şandin. Li Wanê jî TJA'yê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî re kartan şandin. Li Wanê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 8 rojan eşkere kir. 
 
‘BI ÎRADEYA LEYLAYAN EM Ê BÊJIN RAWEST E'
 
Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş jî di nav de jinên HDP'yî li avahiya HDP'a Colemêrgê kom bûn û beriya kartan ji jinên girtî re bişînin daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê jinan Zeynep Kaya axivî û got: "Em di serdemek şidet, cînayet, îstîsmar û feqîriya jinan di asta herî jor de ye derbas dibin. Em ê li dijî van binpêkirinên mafan bi îradeya Leylayan serî rakin û ji pêkanînên dijî jinê re bêjin raweste. Em ê bi tîlîliyên xwe 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
 
Piştî daxuyaniyê jin çûn avahiya postaxaneyê û jinên girtî re kartan şandin. 
 
JINÊN WANÊ BERNAMEYA XWE EŞKERE KIRIN 
 
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'a Wanê jî bernameya şahî û çalakiyên 8'ê Adarê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Rêvebera DBP'a Wanê Berken Kizilboga daxuyanî da û bernameyê eşkere kir. 
 
Bernameya jjinan a li Wanê wiha ye: 
 
* 2'ê adarê li Erdîşê hevdîtina bi jinan re 
 
* 2'ê adarê li Westanê bi jinan re hevdîtin 
 
* 3'ê adarê li Elbakê bi jinan re hevdîtin 
 
* 3'ê adarê li Ebexê (Çaldêran) hevdîtina bi jinan re 
 
* 4'ê adarê li Payîzava, Serayê, Qelqelî û Bêgirê bi jinan re hevdîtin 
 
* 6'ê adarê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Kolana Cumhuriyetê vekirina buroya hilbijartinê  
 
* 7'ê adarê rapora qeyûman a jinan dê bê eşkerekirin  
 
* 8'ê adarê bi beşdariyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan mitînga 8'ê Adarê