WAN - Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe."
Felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ku bingeha têkoşîna 45 salan a tevgera azadiya kurd e, di serî de ji bo Rojhilatê û bi giştî ji bo Rojhilata Navînê wekî avakirina jiyaneke nû tê jiyandin. "Jin, jiyan, azadî" ku ji bîrdoziya azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çûbû, ji dirûşmeyê wêdetir, wekî îfadeya avakirina pergaleke nû bi ruh û can dibe. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya “Jin, jiyan, azadî” veguherandin şoreşê. Ev felsefe piştî kuştina Jîna Emîniyê li hemû cîhanê belav bû. Herî dawî piştî ku li Hindistanê dest dirêjî jinekê hat kirin, jinan dîsa bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" li qadan helwesteke rêxistinî nîşan dan.
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildizê têkildarî 16'ê Îlonê salvegera berxwedana "Jin, jiyan, azadî"yê axivî û diyar kir ku divê berxwedan li 365 rojan belav bibe.
‘PIŞTÎ JÎNAYÊ TEVGEREKE GEL BILIND BÛ'
Yildizê anî ziman ku Jîna Emînî ne tenê navek e, êdî sembolek e û got ku ew Emîniyê wekî sembola destpêka şoreşrkê pênase dikin. Yildizê got: “Têkoşîna wê ya li dijî pergala mêrtiyê û feraseta dewleta mêrî û qetilkirina wê ya ji bo vê yekê bandoreke mezin li cîhanê kir. Jîna Emînî bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kirib. Sê rojan li ber xwe da û mixabin jiyana xwe ji dest da. Lê piştre tevgera jinan û gel rabû. Têkoşîna wê ne tenê tekoşîna ji bo laçikekê bû an jî mijara girtinê bû, çalakiya şikandina kelepçeya li ser azadiya jinê bû. Em dibînin ku ev çalakî bi vî rengî mezin bûye ku jin li çar aliyê cîhanê li cihekî kom kiriye û bi heman rengî dengê wan bilind dibe."
‘JIN JIYAN AZADÎ BÛ PÊŞENG'
Yildizê bal kişand ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku têkoşîna azadiya kurd li ser bingeha azadiya jinê ye. Yıldızê anî ziman ku tevgera kurd azadiya jinê esas digire û wiha pê de çû: “Yek ji dirûşmeyên sereke yên vê tevgerê ‘jin, jiyan, azadî’xwe disipêre salên 2000'î, lê bi salên 2000'î re êdî pêvajoya olana jin, jîyan û azadî dest pê kir. Îro hemû cîhan vê dirûşmeyê berz dike û li dora wê dicive. Ev bi rastî hêza xwe ji felsefeya bihiştmet a azadiyê digire. Li ku derêd ibe bila bibe, ji ber ku em dibînin ez felsefe me azad dike, di bin banê wê de tevneke rêxistinbûyînê çêbû. Îro ne tenê li Îran û Hîndîstanê, hemû beşên civakê di bin vê felsefeyê de tên cem hev û vê dirûşmeyê wekî pêşengê xwe diyar dikin.”
Yildizê da zanîn ku dirûşmeya felsefeya ku soza azadiya hemû jinan û civakê li cîhanê dide û wiha got: “Civak ancax dikare bi vê felsefeyê xwe bi rêxistin bike û bigihêje azadiyê. Her tişt bi çirûskekê dest pê dike, ev e ya ku em jê re dibêjin bandora minminîkê. Ev têkoşîna şoreşgerî ya ku li dijî rejîma Îranê dest pê kir, veguherî têkoşîneke şoreşgerî ya ku li Rojhilata Navîn û ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê û Ewropayê ve vebû. Bêguman pêşengiya vê yekê tevgera jinên kurd e. Ji ber ku beriya sala 2022’yan li qadan û kolanan rastiyeke tevgera jinên kurd li derdora jin, jiyan û azadiyê hebû. Lê niha zêdetir belav bûye. Ji bo mezinkirina vê şoreşa ku Emînî daye destpêkirin divê em xwedî li 16’ê Îlonê derkevin û li 365 rojan de belav bikin û diyarî azadiya jinê bikin. Divê em ji bo vê yekê têbikoşin, ji ber ku tenê ev felsefe dikare bigihîje wateya xwe."
Yildizê anî ziman ku jin hem di qada taybet û hem jî di qada giştî de tên kolekirin û got ku li dijî vê pergalê bi felsefeya jiyanê diafirîne dimeşe. Yildizê wiha got: “Îro em li ser yek daxwazekê nayên cem hev û şer nakin. Em di her qada jiyanê de ji bo azadiyê têdikoşin. Daxwazên me li her qadê yek in û em bi hemû tevgerên jinan re hevdîtinê pêk tînin."
‘EM JI BO MAFÊN XWE DADIKEVIN QADÊ'
Yildizê bal kişand ser dîroka koletiya jinê û destnîşan kir ku ev, têkoşîneke temenê wê bi qasî 5 hezar salan e. Yildizê got: “Divê em xwedî îdîayeke wisa bilind û biryarên radîkal bin. Ya rast em ê nexwazin, em ê wergirin. Ji ber ku ya me bû û ji me hat dizîn. Îro ji bo em careke din bi dest bixin dadikevin qadan. Di rastiyê de pêwîst e em li qada giştî bikevin nava liv û tevgerê û li dijî feraseta dewleta mêr ku li dijî me tê organîzekirin têkoşîneke mezin bimeşînin. Dahênerê mêraniya li malê hişê dewletê ye. Em li dijî vê pergalê şerekî topyekûn dimeşînin. Em tenê bi paradîgmaya azadîxwaz dikarin ji vê pergalê derkevin. Di rastiyê de pêwîst e hemû jin di şexsê Jîna Emîniyê de bên cem hev û xwedî li hemû daxwazên jinan bê derketin û deng bê bilindkirin. Tenê wê demê em ê karibin encamekê bi dest bixin."
MA / Rûken Polat