AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir ku polîtîkaya dîzaynkirina jiyana jinan a îktîdarê dibe sedem ku qetilkirina jinan zêdetir bibe û wiha got: “Weke rêxistinên jinan divê em xeleka xweparastinê bêhtir mezin bikin û têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.”
Tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe. Di navbera çile-îlona 2024’an de 259 jin hatin qetilkirin. 150 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê tenê di meha tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat li dijî tundiyê bal kişand ser girîngiya xweparastinê.
POLÎTÎKAYÊN ‘MALBATÊ’ ESAS DIGIRIN BINGEHA KOMKUJIYAN AMADE DIKIN
Polat, diyar kir ku îktîdarên baviksalar û totalîter û polîtîkayên milîtarîzm û necezakirinê rê li ber zêdebûna komkujiyên jinan û tundiyê vedikin. Polat, wiha got: “Zîhniyetek li ser îktîdarê heye ku bi sala ye dibêje li dijî wekheviya jin û mêran e û li gorî vê teşe dide polîtîkayên xwe. Lewma jî ev pergala li ser bingeha mêrserdest hatiye avakirin, her saetê mêrtiyê bêhtir sor dike û bi awayekî xwezayî dibe sedema zêdebûna tundî û komkujiyên li dijî jinan. Ji ber vê sedemê tundî û komkujiyên li dijî jinan her ku diçe bêhtir kûr dibe û weke rojeveke neguhêr li pêşiya me disekine. Dema baş hate fêmkirin bê ka çend jin hatine qetilkirin, ji hêla kê ve hatine qetilkirin, li ku hatine qetilkirin û bi kîjan hincetan hatine qetilkirin, wê demê xuya dibe bê ka divê tevdîrên çawa bên girtin.”
Di berdewamê de Polat anî ziman ku tenê di tebaxê de 31 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piraniya jinan ji hêla zilamên nêzî xwe ve hatine qetilkirin. Hewldanek heye ku tundî û komkujiyên li dijî jinan veşêrin. Van komkujî û mirinên biguman eleqeya xwe bi polîtîkayên dewletê ve hene. Qetilkirina jinan a bi çekan nîşan dide ku çekdariya şexsî bingeha komkujiyên jinan amade dike. Jin ji hêla zilamên herî zêde nêzî xwe di nava malê de tên qetilkirin. Ev yek nîşan dide ku polîtîkayên malbatê esas digirin, bingeha vê amade dikin.”
MIRINÊN BIGUMAN ÊN JINAN
Polat, bal kişand ser daneyên mirinên biguman ên jinan ên mehane û ev nirxandin kir: “Xuyaye ku ev bûyer nayên lêkolînkirin. Daneyên jinên hatine qetilkirin û yên jinan bi awayekî guman hatine qetilkirin nêzî hev in. Em dibînin ku piraniya mirinên biguman ên jinan nehatine ronîkirin. Li gorî me li rex her jineke bi awayekî guman hatiye kuştin çîrokeke tundiyê heye. Di demekî nêz de Naciye Oturmak a li navçeya Farqîn a Amedê dijiya û di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiya sîstematîk dihat, mirî hatibû dîtin. Ji bo me jî şopandina dosyayên wan gelek girîng e. Em dibînin ku hemû kitekitên bûyerê hatine plankirin û ji bo weke sûc xuya neke her tiştê wê hatiye plankirin. Lewma divê dosyayên jinên hatine kuştin baş bên lêkolînkirin û lêkolîna cihê bûyerê baş were kirin. Ji bo agahiyan ev ji bo me girîng e.”
'DIVÊ XELEKA XWEPARASTINÊ BÊ MEZINKIRIN’
Polat, got ku îktîdar her tim rojevê diguherîne û axaftina xwe wiha qedand: “Dema vê dike, êrişî destkeftî û mafên jinan dike. Bi saya têkoşîna jinan, dem bi dem pêşî li hewldanên îktîdarê yên ji bo xespkirina destkeftiyên jinan tê girtin. Di demên dawî de hejmara jinên serî li komeleya me didin zêde dibin. Ev yek jî nîşanî me dide bê ka dûrketina jinan a ji qada tundiyê û bihêzbûna wê ya ji hêla sosyo-ekonomîk ve çiqas girîng e. Ji bo pêşîlêgirtina tundî û komkujiyên li dijî jinan, têkoşîna birêxistinkirî ya jinan pir girîng e. Mekanîzmayên divê dewlet bi cih bîne, ji hêla rêxistinên jinan û platformên jinan ve tên bicihanîn. Divê em xeleka xweparastinê mezintir bikin û weke rêxistinên jinan têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin. Weke rêxistinên jinana her xebata agahdarkirinê ya ku em li taxan dimeşînin, di vê çarçoveyê de gelek girîng e.”
MA / Şîlan Çîl