Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye

  • jin
  • 13:28 23 Îlon 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji bo Jîna Masha Amînî ya li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin, çalakiyên xwe didomin, peyama bilindkirina têkoşîna jinan a birêxistinkirî dan. 

Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî li Tehranê bi hinceta ku “pora wê xuya dike” ji hêla “polîsên exlaqê” ve hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Çalakiyên jin ji bo Amînî li dar dixin didomin. 
 
ŞIRNEX 
 
Bi mebesta protestokirina qetilkirina Amînî, Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin me bi darê zorê bibin bihûşta xwe” hatibû vekirin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Silopiyayê Asûman Kulter ve hat xwendin. Kulter, diyar kir ku rejîma ku jinan tune dihesibîne mehkûmî tunebûnê ye û wiha got: “Rejîma Îranê ji bo tepeserkirina vê serhildana ku pêş dikeve, careke din bi dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan, bi hemû hêza xwe êrişî gel kir. Qanûnên Îranê ku 1979’an heta niha di meriyetê de ne, li ser bingeha mêtingeriyê hatine avakirin. Ev rejîma ku serjêkirinê li jinan ferz dike, ‘li gorî rêbazên îslamî tevnegeriyaye’ weke hinceta hemû cureyên lêdan û kuştinê nîşan dide.” 
 
‘EM Ê CÎHANEKE AZAD AVA BIKIN’
 
Bi domdarî Kulter anî ziman ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana jinên Îranê û axaftina xwe wiha qedand: “Gotina me ya ji bo hemû jinên di şexsê Mahsa de hatine qetilkirin ev e; bêexlaqî ne di pora we yê xuya dike de lê di zîhniyeta hêzên serdest ên mêr de ye. Li vir em careke din dibêjin; berxwedan û têkoşîna Mahsayê têkoşîna me ye. Em ê bi serhildan û berxwedana gelan re bi hev re cîhaneke azad ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Meclisa Jinan a Agiriyê jî li pêş avahiya Rêxistina HDP'a Agiriyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek jin tev li bûn de pankarta “Em di sedsala 21’an de li dijî rejîmên dikta serî natewînin” û dowîzên “Bîjî yekîtiya jinan”, “Jin natirsin hesap dipirsin” hatin vekirin. 
 
Endama Meclisa Şaredariya Agiriyê Semra Tokûş a di daxuyaniyê de axivî, şêweyê qetilkirina Jîna bi bîr xist û wiha got: “Jin di serî de li Îranê li her derê cîhanê bi çalakiyên xwe yên şermezarkirinê bertekên xwe didomînin. Li kolanan bi meş û xwepêşandanan serîhildana xwe ya li dijî saziyên dijminên jinan ên weke 'polîsên exlakê' û rejîma Îranê bilind dikin. Jinan nîşan da ku bi derxistina laçikan serhildana xwe veguhestin asteke din. Tokûş, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a birêxistinkirî û bang li hemû jinan kir.