Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir

  • rojane
  • 09:03 24 Îlon 2024
  • |
img

ENQERE - Ferît Şenyaşar ê ku li Meclisê tevî diya xwe ji bo "edaletê" li ber xwe dide, ragihand ku rayedarên hikûmetê sozên ku dane bi cî neanîne û got ku daxwazên wan ên ji bi hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re jî bi awayekî neyekser hatine redkirin. 

Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê (Pirsûs) parêzvan û xizmên Parlamaneterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz vdu kurên wê û hevjînê wê qetil kirin, dewam dike. Emîne Şenyaşar piştî xizmên xwe winda kir, 846 rojan li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" girt. Di vê pêvajoyê de rastî taciza polîsan û darazê hat. Der barê wê de gelek doz hatin vekirin.
 
Tevî hemû zextan jî Emîne Şenyaşar dest ji çalakiya xwe berneda û piştre çalakiya xwe bir ber Wezareta Edaletê. Şenyaşar li vir 124 rojan li ber xwe da. Şenyaşar ku ji vir encam negirt, piştre li Meclisê bi daxwaza 'edaletê' dest bi nobedê kir. Şenyaşar ku bi kurê xwe yê Parlamanterê  DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku dii êrişê de birîndar bûbû re nobeda xwe dewam dike, ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bûn, duh di roja 33'yan de navber da çalakiya xwe. Ger tenduristiya Şenyaşarê baş bibe, wê çalakiya xwe ji cihê mayî bidomîne.
 
SOZÊN HATIN DAYÎN BI CIH NEANÎN
 
Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobedê digirt, behsa têkoşîna wan a bi salan e didome kir. Şenyaşar anî ziman ku di dema çalakiya li ber Wezaretê de 3 caran bi wezîr Yilmaz Tunç re, carekê jî bi Cîgirê Wezîr re hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Di van hevdîtinan de hem wezîr hem jî cîgir gotin 'Dayika te di têkoşîna xwe û doza xwe de mafdar e.' Me jî got, 'Madem dayik mafdar e, lê kurê-ekî wê di girtîgehê de dîl tê girtin. Demildest wî berdin.' Me doza darizandineke bi awayekî negirtî kir. Ji me re gotin, 'Temam, em ê pê re eleqedar bibin'." 
 
Şenyaşar destnîşan kir ku tevî sozên hatine dayîn jî, di dozê de tu pêşketinek rû nedaye û got: "Hemû daxwazên me yên hiqûqî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin redkirin. Daxwazên aliyên din hatin qebûlkirin. Ev, nayê qebûlkirin. Ger darizandineke adil bê kirin divê daxwazên her du aliyan jî bên qebûlkirin. Mixabin dadgeh bi alîgirî tevdigeriya." 
 
ÇIMA ÇALAKIYA XWE BIRIN MECLISÊ?
 
Şenyaşar anî ziman ku piştî danişîna dawî careke din bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re rû bi rû nikaribûne têkiliyê deynin û got: "Gava em diçûn danişînê ji me re got, 'çi hewce bê wê bê kirin, wê edalet pê bê.' Gava edalet pêk nehat telefonî me kir. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan dihat lidarxistin. Ji me re got, 'Herin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an bidin û îtiraz bikin.' Lê vê dadgehê jî daxwaz birayê min a darizandineke bi awayekî negirtî red kir. Piştî vê me çalakiya xwe bir Meclisê." 
 
Şenyaşar parast ku her çend Wezîr Tûnç hewl dabe jî, hewldana wî "kêm" maye û got: "Tişta ku niha dike tenê ajîtasyon e. Em gihaştin wê encamê ku ne tenê li ser doza me, li ser tu dozê bandorek wî nîn e."
 
Şenyaşar da zanîn ku di roja girtina Meclisê de ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş randevû xwestiye û ev randevû hatiye qebûlkirin û wiha got: "Me hevdîtineke jidil pêk anî. Dema ku me hevdîtin pêk anî min fikarên xwe gotin. Min behsa dayika xwe kir ku ev 6 sal in digirî. Kûrtûlmûş ji min re got, '15 roj muhlet bidin min. Ger ez di wrê pêkanîna edaletê de tiştekî nekim werin û çalakiya xwe li meclisê bidin destpêkirin.' 15 roj derbas bûn, lê mixabin tu veger çênebû û me çalakiya xwe li Meclisê da destpêkirin." 
 
Şenyaşar îşaret bi wê yekê kir ku wan daxwaza hevdîtina bi Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan re jî kiriye û wiha got: "Piştî çalakiya li Meclisê me daxwazeke din kir. Ji ber ku aliyê din ê bûyerê Erdogan e. Wî parlamenterê ku komkujî pêk anî guhdar kir û li dijî malbata me axivî û bi vê axaftinê bandor li darazê kir. Hemû rastiyên di vî warî de derketin holê. Dewlet rabû raboriya malbata me lêkolîn kir û tu têkiliyeke me ya bi rêxistinê re nedît. Dayik 6 sal in hêsiran dibarîne, sedema vê jî Erdogan e." 
 
Şenyaşar anî ziman ku Kûrtûlmûş soz da ku dê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne û wiha got: "Bi rojan piştî destpêkirina çalakiyê, Kûrtûlmûş bi rêya Sekreterê Giştî yê Meclisê bi me re têkilî danî. Yanî her çiqas bi zelalî negotibe jî, lê Serokomar Erdogan daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye." 
 
Şenyaşar diyar kir ku der barê redkirinê de tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?