Berdevka YPJ’ê: Pêngava me gihişt armanca xwe

  • jin
  • 12:08 19 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed têkildarî Qonaxa Duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê axivî û da zanîn ku tevî êrişên Tirkiyeyê jî pêngava wan gihiştiye armanca xwe. Mihemed, wiha got: “Me ji bo ewlekariya kampê, parastina mirovahiyê û li dijî DAIŞ’ê berpirsyariyên xwe pêk anîn.” 
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25’ê tebaxê de li dijî Kampa Holê Qonaxa Duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê dabûn destpêkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî beşdarî pêngavê bûbûn. Pêngav di 17’ê îlonê de bi dawî bû. 
 
Fermandariya Giştî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de 2 jinên êzdî hatine rizgarkirin û ji bo 4 jinên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine zincîrkirin jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li hêla din; di dema operasyonê de 36 jê jin bi giştî 226 kesên ku tev li sûcên kuştin û gefxwarinê bûyîn hatin girtin, cihê 25 tunel û xendekan hatin tespîtkirin, gelek çek, alavên îşkenceyê û amûrên ragihandinê jî hatin desteserkirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku di dema operasyonê de dokuman û alavên ku alîkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re piştrast dikin jî hatine dîtin, rêveberên El Hisbê ku jinên DAIŞ’î xwe di bin sîwana wê de birêxistin dikin û rêveberên El Xîlafe ku hewl didin zarokên di bin 8 saliyê de bi zîhniyeta DAIŞ’ê mezin bikin, hatine girtin. 
 
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed têkildarî encamên pêngava li dijî Kampa Holê hatiye destpêkirin axivî. 
 
'TEVÎ ÊRIŞAN JÎ OPERASYON BERDEWAM KIR’
 
Rûksen Mihemed ji ewil bal kişand ser girîngiya pêngava li dijî hucreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê û wiha got: “Kampa Holê, li cîhanê yek jê mezintirîn kamp e û gelek talûke ye. Ji zêdetirî 50 welatan herî kêm 60 hezar kes li kampê dijîn. Gelemperiya malbatan, malbatên DAIŞ’î ne. Hewcehî bi qonaxa duyemîn a operasyonê hebû. Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, operasyon hinek dereng ket. Lê tevî êrişên Tirkiyeyê jî me operasyoneke wiha da destpêkirin.”
 
'TÊKILIYÊN HUCREYÊN DAIŞ’Ê’ 
 
Bi domdarî Mihemed anî ziman ku ji destpêka sala 2022’yan heta niha li Kampa Holê zêdetirî 44 kes ji hêla endamên DAIŞ’ê ve hatine kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên DAIŞ’ê li kampê îşkence li welatiyan dikir. Perwerde didan. Zarok bi zîhniyeta DAIŞ’ê mezin dikirin. Di bin navê ‘Eşber El Xîlafet (Nifşên Xîlafetê)’ de hewl didan DAIŞ’ê jinûve zindî bikin. Têkiliya di navbera DAIŞ’iyên li kampê dijiyan û yên li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ji hev nehatibûn qutkirin. Dema em li encamên operasyonê dinihêrin, dibînin ku em gihiştin hemû armancên xwe. Yek ji armancên operasyona me, girtina endamên rêxistina El Hîsbe bû ku endamên wê jin bûn. Ya din jî tespîtkirina hucreyên DAIŞ’ê bû. Me bi awayekî serkeftî derxistin holê. Têkiliyên rêveberên DAIŞ’ê yên li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de û yên hucreyên li kampê derket holê. Piştgiriya wan a ji hêla leşkerî, perwerde û lojîstikê ve derket holê. Me ev yek bi raya giştî re jî parve kir.” 
 
'2 JINÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Rûksen Mihemed bi lêv kir ku di çarçoveya operasyona li kampê de gelek tunel hatine tespîtkirin û ev agahî dan: “Di van tunelan de perwerde didan zarokan. Her wiha kesên qetil dikirin jî di van tunelan de vedişartin û li vir welatî îşkence dikirin. Me ev tunel rûxandin û dest danîn ser materyalên perwerdeyê. Her wiha me konên DAIŞ’ê yên lêgerîn û darizandinê jî derxistin holê. Di dema operasyonê de me gelek dokuman, belge û çek bi dest xistin. Bi van delîlan şênber bû ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’ê dîsa zindî bike. Nîşan da ku Tirkiye piştgiriyê dide derdorên ku gefê li ewlekariya herêmê dixwin. Weke YPJ’ê me di encama pêngavên xwe de serkeftinên mezin bi dest xistin. Me 2 jinên êzidî yên li kampê dihatin ragirtin, rizgar kirin. Lê ji ber ku ev jin hem kurd û hem jî êzidî bûn, rastî gelek îşkenceyan hatine. Rizgarkirina wan ji bo me gelek girîng bû.”
 
‘ME SOZA XWE DUBARE KIR’
 
Mihemed, bilêv kir ku wan weke YPJ’ê soz dabûn ku dê jinên êzdî ji nava lepên DAIŞ’ê rizgar bikin û wiha pê de çû: “Bi rizgarkirina 2 jinên êzidî yên li Kampa Holê re me ev soza xwe dîsa dubare kir. Heta ku hemû jinên êzidî tên rizgarkirin jî em ê têbikoşin. Dê tola tiştên bi serê gelê me yê êzidî kirin hilînin. Di çarçoveya operasyonê de 4 jinên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine zincîrkirin hatin dîtin. Lêpirsîna derheqê van jinan de berdewam e. Lê belê em baş pê dizanin ku van jinan zîhniyeta DAIŞ’ê qebûl nekirine lewma hatine îşkencekirin. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li nava kampê hatibûn qetilkirin.” 
 
'OPERASYON GIHIŞT ARMANCA XWE’ 
 
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberên Eşbel El Xîlafet û El Hisbê ku rêxistiniya DAIŞ’ê li kampê dikirin hatin girtin. Ev serkeftineke mezin e lê talûkeyên li ser niştecihên kampê bi vê operasyonê re bi dawî nebûn. Ji ber ku her tim piştgiriyê didin DAIŞ’ê. Divê dewletên ku hemwelatiyên wan li vê derê ne, bi berpirsyariya xwe rabin. Lewma jî berpirsyariyên leşkerî dikevin ser milê HSD, YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser. Ji bo ewlekariya kampê, parastina mirovan û li dijî DAIŞ’ê berpirsyariyên me hene. Em van berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Divê ji bo talûkeya kampê çareseriyeke mayînde bê peydakirin. Tirkiye li herêmên di bin kontrola xwe de rêveberên DAIŞ’î tayîn dike. Ev kes jî ji bo li kampê alozî û komkujî çêbibin fermanan didin. Me gelek caran bangawazî kirin û got ku bila dewlet berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe bibin û bidarizînin. Me xwe gihand armancên operasyonê.”