Li Balikesîrê jinek hat kuştin

  • jin
  • 15:53 21 Gulan 2021
  • |
img

BALIKESÎR – Li navçeya Ayvalikê jina bi navê Bîrgûl Ç. hat qetilkirin û cendirme weke gumanbar li Yildiray Ç. digerin. 

 
Li taxa Altinovayê ya navçeya Ayvalikê yê Balikesîrê, jina bi navê Bîrgul Ç. (40) ji aliyê keça xwe ya 7 salî ve mirî hat dîtin. Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin malê û tespît kirin ku Bîrgul Ç. bi kêrê hatiye qetilkirin. Cenazeyê Bîrgul Ç. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê. Hat hînbûn ku 3 zarokên Bîrgul Ç. hene. Cendirme weke gumanbar li Yildiray Ç. digerin.