Li Balikesîrê jinek hat kuştin 2021-05-21 15:53:45 BALIKESÎR – Li navçeya Ayvalikê jina bi navê Bîrgûl Ç. hat qetilkirin û cendirme weke gumanbar li Yildiray Ç. digerin.    Li taxa Altinovayê ya navçeya Ayvalikê yê Balikesîrê, jina bi navê Bîrgul Ç. (40) ji aliyê keça xwe ya 7 salî ve mirî hat dîtin. Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin malê û tespît kirin ku Bîrgul Ç. bi kêrê hatiye qetilkirin. Cenazeyê Bîrgul Ç. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê. Hat hînbûn ku 3 zarokên Bîrgul Ç. hene. Cendirme weke gumanbar li Yildiray Ç. digerin.