Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn

  • jin
  • 09:05 15 Îlon 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî di nav de li 5 jinan cezayê pereyî hat birîn. Ji ber ku tevlî daxuyaniyên li dijî cinayetên jinan bûna ceza li wan hatiye birîn. 
 
Li navçeya Pozcû ya Mêrsînê di 21'ê Tîrmehê de der barê kuştina Pinar Gultekînê de daxuyaniyelk hatibû dayîn. Ji kesên tevlî vê daxuyaniyê bûne, li 5 jinan cezayê pereyî hatiye birîn. Bi giştî hezar û 960 TL ceza hatiye birîn. 
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî di nav de li 5 jinan bi hinceta "muxalefeta qanûna qebehatan" ceza hatiye birîn. 
 
Yuce, destnîşan kir ku di daxuyaniyê de bi tu awayî derdor nerihet nekirine û got: "Nerihetiye sereke ew e ku her roj jin li nav kuçeyan tên kuştin. Nerihetiya mezin; tacizkirina jinan, negirtina tevdîran, negirtin û necezakirina kujeran e." 
 
Yuce, bilêv kir ku sedeme avî cezayî ew e ku dengê wan bê tepisandin. 
 
ARMANCA CEZAYAN 
 
Yuce, anî ziman ku li welêt jin hem di warê fizîkî hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de bi şidetê re rû bi rû dimînin û got: "Gelek hevalên me yên jin hem betal in hem jî nikarin debara xwe bikin. Bi cezayên vî rengî dixwazin jin di malê de bimînin, dengê xwe bilind nekin. Lê em ê bi gefan û zorbetiyê dev ji têkoşîna xwe bernedn." 
 
Enama Platforma Jinê ya Mêrsînê Zeynep Kara jî anî ziman ku platforma wan bi salan e li dijî şidet û îstismarê têdikoşe û got, ji bo jin ji qadan vekişin ceza li wan tên birîn. Kara, destnîşan kir ku astengiyên bi vî rengî wê nikaribin daketina jinê ya kuçeyan asteng bikin. 
 
MA / Omer Akin