Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin

  • jin
  • 10:42 31 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Zilaman di 10 rojên dawî de 13 jin kuştin. Nûnerên jin destnîşan kirin ku kuştina jinan nîşan dide ku Peymana Stenbolê naxin meriyetê û li ber çavan nagirin. Jinan kuştina jinan wekî “Qirkirina jinê" pênase kirin û anîn ziman ku di bin vê yekê de polîtîkayên ku zilam diparêzin hene. 

 
Li Tirkiyeyê zilam di 10 rojên dawî de 13 jin kuştin.  Jina ciwan Îpek Er piştî tecawiza Çawîşê Pispor Musa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Remziye Yoldaş tevî serî li qereqolê da û alîkarî xwest jî nehat parastin û zilamê wê Veysî Yoldaş ew kuşt. Li gel Yoldaş di nava 10 rojan de li  Tirkiyeyê 15 jin hatin kuştin. 13 jin bi destê mêr hatin kuştin. 2 jin bi awayekî guman hatin kuştin. 
 
Li Stenbol, Riha, Eskişehîr, Amedê û gelek bajarên din jin hatin kuştin. Jinan li dijî zêdebûna kuştina jinan hikûmet rexne kir û diyar kirin ku ji ber Peymana Stenbolê naxin meriyetê jin tên kuştin. 
 
‘UNİFORMA DIKIN ZIRXÊ PARASTINÊ' 
 
Hevseroka Şaxa 1'emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Emine Akşahin, anî ziman ku kuştina jinan encama polîtîkayên hikûmetê ye û wiha got: "Kujerên jinan bi unîformayê tên parastin. Unîforma wekî zirxê parastinê bikar tînin. Li Êlihê Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir. Piştre Îpek dawî li jiyana xwe anî. Divê jiyana Îpek ne ewqas erzan bûya. Berdana Musa Orhan nayê qebûlkirin. Dadgehê li ser daxwaza îqtîdarê Orhan serbest berda." 
 
CÎNAYET POLÎTÎKAYA PERGALÊ YE
 
Akşahîn, anî ziman ku bi taybetî li herêmê tacîz, tecawiz û cînayet encama polîtîkayên pergalê ye û wiha axivî: "Dixwazin cînayetan bikin perçeyekî jiyanê. Em kuştina jinan qebûl nakin. Em ê li dijî vê helwesta îqtîdarê li ber xwe bidin. Divê ji her aliyê Tirkiyeyê li dijî vê yekê derkevin." 
 
'DIVÊ PEYMANA STENBOLÊ TÊXIN MERIYETÊ' 
 
Akşahin, da zanîn ku ger Peymana Stenbolê têxin meriyetê dê jin neyên kuştin û wiha lê zêde kir: "Eger Peymana Stenbolê xistibûna meriyetê dê Îpek Er, Nadira Kadirova, Remziye Yoldaş niha bijiya. Ger ku serlêdana jinan a qereqolê esas bihata girtin dê jin nehatina kuştin."  
 
Hevseroka Şaxa Tum-Bel Sen'ê ya Amedê Nihal Yanik jî anî ziman ku li gel ew qas jin tên kuştin jî hikûmet ji bo Peymana Stenbolê nexe meriyetê li ber xwe dide û wiha got: “Em niha bi îqtîdara ku feraset û hişmendiya mêr diparêze re rû bi rû ne. Em ê şopdarê cînayetên jinan bin. Em berdana Musa Orhan tu carî qebûl nakin. Em ê pêşiya vê dozê bernedin." 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Oner jî anî ziman ku piştî hikûmetê Peymana Stenbolê ku jinan diparêze kir hedef kuştina jinan zêde bû û wiha got: "Bi hinceta pandemiyê zagona înfazê di meclîsê re derbas kirin. Bi vê yekê sucdar berdan. Sûcdarê tacîz, tecawiz û kuştinê hatin berdan. Jiyan jin û zarokan xistin talûkeyê. Li Dîlokê zilamê hevjîna xwe kêr kir û hat girtin, piştî zagona înfazê hat berdan. Zilam çawa hat berdan, çû keça xwe ya 9 salî kuşt. Li Serêkaniyê zilam xwişka xwe Nurbarî kuşt. Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir û Er dawî li jiyana xwe anî. Orhan zanîbû ku dewlet dê wî biparêze suc kir. 
 
Disa Veysi Yoldaş piştî ji girtîgehê fîrar kir hevjîna xwe Remziye Yoldaş kuşt." 
 
MA / Arjin Dilek Oncel