Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin

  • jin
  • 13:13 26 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên jinan bertek nîşanî berdana Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizkar ku bû sedema kuştina Îpek Er, dan û xwest Orhan bê girtin. Rêxistinên jinan anîn ziman ku dewlet kujer û tecawizkaran diparêze û gotin: "Bila bi lez tecawizkar Orhan bê girtin." 

Rêxistinên Jinan bertek nîşanî berdana Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizkar ku bû sedema kuştina Îpek Er, dan. Jinan li ser medya înternetê bertekên xwe anîn ziman û xwestin tecawizkar Musa Orhan bê girtin. 
 
Bertekên rêxistinên jinan wiha ne: 
 
* Komeleya Jinan a Rosa: Me duh pirsî û got 'Yên Zaynal parast kî bû?'. Îro jî em dipirsin yên Musa diparêzin kî ne? Yên jinan qetil dikin û her roj tecawizî wan dikin mêr in. Yê ku tecawizkaran diparêze hembêz dike pergala daraza mêr e." 
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar bi berdana Musa Orhan armanc dike ku di hişê civakê de feraseta xwe ava bike. Divê bê hincet û sedem bi lez Musa Orhan bê girtin. 
 
* Piştevaniya Mor: Neparêze û çavê xwe jêre negire. Darizîne û bigire. Hêzên dewletê yên li pişt Musa Orhan sûc kirin. Dîsa feraseta mêr a dewletê û hişmendiya serdest a mêr, kujer û tecawizkaran diparêze. Em bi lez dixwazin Musa Orhan bê girtin. 
 
* Parastina Jinê: AKP li vî welatî wekî rêxistina sûc tev digere. Bedenên me yên mirî winda dibin. Ser întîharan digirin. Qatîl û teciwazkar tên parastin. Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê divê bi lez bê girtin û cezakirin. Em bi hêrs in bila Musa Orhan bê girtin. 
 
* Piştevaniya Jinê ya Kirkyama: Çawîşê Pispor Musa Orhan ê bû sedema kuştina Îpek Er ewil girtin û piştre serbest berdan. Ev tundiyek bi organize û sistematik e. Mêrên tecawizkar tên parastin. Em îtîraz dikin û serî hildidin. 
 
* Jin Bi Hevre Bi Hêz in: Der barê xwediyê mala Nadira Kadirova yê Parlamenterê AKP'ê de tu lêpirsîn nehat kirin. Hêj Zaynal ê ku bû sedema windakirina Gulistan Doku nehat lêpirsîn. Niha jî tecawizkar Musa Orhan serbest e. Bila bi lez bê girtin.  
 
* Kampus Cadilari: Em destûr nadin ku tecawizkaran biparêzin û wan berdin. Divê sûcê Musa Orhan kiriye bê ceza neyê hiştin. 
 
* Rizgariya Jin: Gotin şika reva Musa Orhan tune û ew berdan. Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene û nayên berdan. Bi berdana Orhan tecawizkar tên xelatkirin.