RIHA - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pîrsûsê ya li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel hewaya sar jî di roja xwe 6’emîn de didome.
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê ya li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de didome. Nobeda ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin, Parlamenterê Rihayê yên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha û Dîlokê û navçeyên wan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdar bûn.
Li gel şert û mercên hewaya sar jî gel danê serê sibê li qada nobedê li hev civiya û li ber stranên kurdî bi govendê çalakiya nobedê da destpêkirin. Nobedarên ku li dora agirên pêxistî xelek çêkirin, nobeda li dijî êrişên Kobanê yên sala 2014'an bi bîr anîn û bîranînên xwe parve kirin. Çalakger bi kilaman balê dikişînin ser berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nobeda bi bilêvkirina bîranînan û gotina kilaman didome.