ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser êrişên koma paramîlîter SMO’yê ku girêdayî dewleta tirk e û wiha got: “Bi destê çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.”
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Amedê Halîde Turkoglû, li ser xala 3’yemîn a Pêşnûmeqanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2025’an axivî. Halîde Turkoglû, anî ziman ku bi rojan e ji ser vê kursiyê diyar dikin ku çima budçeya ji bo sala 2025'an hatiye amadekirin ne budçeya gel, jin, kedkar, zarok û ciwanan e û çima ev bûdçe tê redkirin û da zanîn ku divê budçeya welat ne ji şer û sermayeyê re, lê ji bo gel bi hev re azad û wekhev bijîn bê amadekirin.
‘ŞERÊ PARVEKIRINÊ PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE’
Halîde Turkoglû bal kişand ser rewşa ku di 27'ê Mijdarê de li Sûriyeyê dest pê kir û bi hilweşîna rejîma Baasê re derket holê. Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku ji bo der barê vê rewşê de gotin bê kirin, divê beriya her tiştî rastiya Rojhilata Navîn were zanîn. Halîde Turkoglû, di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn û destpêkirina şerê cîhanê yê 2'emîn ku niha jî yê 3'yemîn dest pê kiriye divê em vî şerê ku bênavber dewam dike û vê pergalê lêpirsîn bikin. Em dizanin ku her şerê ku ji bo desthilatdarî û parvekirina sermayeyê tê meşandin, xitimî û qeyranan kûrtir dike. Dîsa çaresernebûna krîz û şeran berdewam dike. Îqtîdarên ku li erdnîgariya xwe bi gelan re aştiyê nakin, desthilatdariyên netewe-dewlet û neteweperestî, mezhebperestî û zayendperestiyê weke şert û mercên hebûna xwe dibînin. Jiyana gelan a bi hev re girêdayî rêveberiya bi hev re ye. Ev ne ji bo înkarkirina cudahiyan, lê naskirina her kesî bi bawerî, nasname û zimanê xwe ye.”
‘PIRSGIRÊK BI HEMAN RÊBAZAN ÇARESER NABIN’
Halîde Turkoglû bersiva Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ê ku gotibû “Li Sûriyeyê ne tenê Kurd hene” da û wiha got: “Kurd bi hezaran sal in li van xakan bi nasname, bawerî û gelên cuda dijîn û cihê ku ev yekitî jiyana herî şênber dibîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Cihê ku jin bi awayekî herî bi ewle xwe lê bi cih dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Binêrin, modela rêveberiyê û peymana civakî ya li Rojava derketiye holê û gel li dora wê yek e. Niha yên ku li ser yekitiyê pêş dikevin û dixwazin hebûn, ziman û çanda gelan înkar bikin bila ji bîr nekin ku beriya ku li ser vê mijarê biaxivin ev sed sal in ku Peymana Tirkiyeyê pêk tînin. Ger guhertinek çêbibe, divê desthilatdarên li vê erdnîgariyê dest ji polîtîkayên xwe yên înkarê yên 100 salî berdin û xwe nûjen bikin da ku mirov di çarçoveya nirxên gerdûnî, hevpar de bi awayekî wekhev û bi hev re bijîn. Anku pirsgirêkên heyî bi heman rêbazan nayên çareserkirin. Bila baş bê zanîn ku em li ku bin, li dijî şerê desthilatdariya mêr me her tim aştiya bi rûmet a gelan parast. Di şeran de aktor diguherin, erdnîgarî û herêm diguherin, lê mexdûrên şer naguherin."
‘SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊN KIRIN’
Halîde Turkoglû, bal kişand ser dîmenên îşkenceya jinan a li Sûriyeyê ji aliyê SMO'yê ve tê kirin û wiha axivî: “Dibe ku navên kesên şerê wekaletê dimeşînin biguhere, lê em baş dizanin ku zîhniyeta ku ew pê dixwin zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Jinên li cihên di bin kontrola HSD’ê de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê xwe spartin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yên ku li Şengalê komkujî kirin ev çete ne. Ev çete jinên Êzidî li bazarên koleyan difiroşin. Yên ku êrişî jinên Şîî û Tirkmen kirin û komkujiya li Kobanê pêk anîn ev komên çete ne. Di roja îroyîn de ku hêj ji aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî agahî nayên girtin, em nahêlin tu kes vê zîhniyetê rewa bike. Binêrin, li Sûriyeyê li cihên di bin kontrola hikûmeta we de, di destê çeteyên SMO de polîtîkaya talan û wêrankirinê tê meşandin. Li hemberî jinan sûcên mirovahiyê tên kirin. Endamên jin ên ku ji bo alîkariyên mirovî ji bo piştgiriya gelê Sûriyê diçin, têne revandin. Li cihên di bin destê we de mal û milkên gel tên talankirin. Mirov tên revandin û ji malbatên wan bertîl tê xwestin. Ev wêneyên bertîl, talan û îşkenceya jinan ji cihên di bin kontrola we de ne. Ev polîtîkaya ku li Sûriyeyê di bin navê ewlehiyê de tê meşandin, bi dijminatiya li Gelê Kurd û jinên Kurd tê meşandin. Li cihê ku destkeftiyek Kurd û jinan hebe, hêza we ya siyasî kêliyekê jî dest ji hedefgirtina wê derê bernade. Ev siyaseta we ya navxweyî ye û siyaseta we ya derve jî ev e."
‘BI QEYÛMAN DESTKEFTIYÊN JINAN HEDEF GIRTIN’
Halîde Turkoglû wiha axaftina xwe berdewam kir: "Qeyûm tayînê vîna jinan û gelê Kurd hat kirin ev yek desteserkirine. Bi gotina ku gelê Kurd nikare cihekê bi rêve bibe û şaredarî bi hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi rêve bibin, destkeftiyên jinan hedef digirin, nîşaneya vê yekê ye. Niha, pêşxistina gotineke berevajî vê jî nîşaneya nesamîmîbûna we ye. Yê ku siyaseta derve ya hikûmetê diyar dike ev zîhniyet e. Pirsgirêka ewlehiya welat ev e."
PIRSGIRÊKÊN PENABERAN
Halîde Turkoglû di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa penaberan û wiha axivî: "Zêdeyî 10 sal in şerê li Sûriyeyê bandorê li jiyana bi hezaran jinan kiriye. Bi hezaran jin neçar man cih û warên xwe biterikînin. Jinên koçber û penaber her ku diçe bûne hedefa her cure êrişên nîjadperest, faşîst û zayendperest. Yek ji cihên ku herî zêde ev êriş lê diqewimin Tirkiye ye. Jinên koçber û penaber dibin hedefa êrişên nîjadperestî, di karên nebaş de jî bi her cure îstîsmara kedê re rû bi rû dimînin. Jinên ku weke keda erzan tên dîtin, li dijî neheqiya ku dijîn nikarin dengê xwe bilind bikin. Çima? Ji ber ku tu desthilatek ku mafê wan biparêze nîne. Jinên koçber û penaber gelek caran ji ber tirsa dersînorkirinê nikarin behsa serpêhatiyên xwe bikin. Ji ber ku ew baş dizane wê çi were serê wan. Fikara ku bi salan di nav şert û mercên nemirovane de li navendên sirgûnê bimînin, astengiya herî mezin a jinan e ku şîdeta ku tê jiyîn ragihînin. Ji ber ku navendên vegerê ji bo jinan weke navendên îşkenceyê ne. Binêrin, ne em, lê jinên li van navendan dimînin ji me re dibêjin ku ev navend bi rastî navendên îşkenceyê ne. Jinên ku rastî vê yekê hatine, ji me re dibêjin ku xwarina wan tune, rastî tundî û destdirêjiyê tên û dibin hedefa gotinên zayendperest û nîjadperest. Binpêkirinên mafên jinan ên li van navendan gelek caran anîn rojeva Meclisê.
Ji yekem kêliya ku rejîm li Sûriyê rûxiya, nûçeyên ku ti pêwendiya wan bi rastiyê re nîne yên derbarê welatiyên Sûriyê yên kom bi kom vedigerin, hatin çêkirin. Ev nûçe rastiyê nîşan nadin. Di rastiyê de, daneyên ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatî pêşkêş kirin eşkere dike ku ev wêne rastiyê nabînin. Berpirsiyariya vê hikûmetê derbarê vegera koçber û penaberên Sûriyê de diyar e. Divê derketin li ser bingehek dilxwaziyê be. Kes nikare zora kesî bibe ji bo ku biçe cihekî. Erk û berpirsiyariya vî welatî ye ku ewlekariya jin û ciwanên Sûriyê yên ku dixwazin biçin, pêk bîne. Xizanî û krîza aborî ya li welat encama vê polîtîkaya şer e. Budçeya ku ji bo pîşesaziya şer tê veqetandin, xewnên qesrê yên berfirehkirina Rojhilata Navîn ji bo me gelan eşkere dike. Pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi serokekî cîhanê nîne. Ger ku ev hikûmet nikaribe vî karî bike, têkoşîna gel û jinan asteng nekin.
EM Ê DEST JI HEVGIRTINA BI JINÊN ROJAVA RE BERNEDIN
Ji ber vê yekê em ê li hemberî êrişên li ser destkeftiyên gel û jinên Sûriyeyê dest ji hevgirtina xwe ya bi jinên Rojava re bernedin. Jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye. Modela rêveberiyê ya ku Kurd, Tirkmen, Çerkez, Ereb, Elewî, Asûrî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî wekhev tê de cih bigirin, ji bo vî welatî ne xetere ye. Ev modela ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, saziyan vedike, gundên ku jin xwe diafirînin û bi keda xwe ava dikin, ne xetere ye. Ev destkeftiya jinên cîhanê ye ku divê ji xwe re bibe model. Ev model modela rêveberiyê ya herî realîst e ku gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hev re azad û wekhev bijîn. Em weke jin ti siyaseteke ku li Sûriyê li dijî hev şer bike, qebûl nakin.
ÇARESERÎ BI DYALOGÊ DIBE
Binêrin, îro gelê Kurd, jin û dayikên aştiyê yên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê ne, ji bo gelê Rojava li ser sînor nobedê digirin. Daxwaz dike ku êrişên li hundir û derve yên li dijî gelê Kurd bên rawestandin. Îro pêdiviya herî mezin a gel, jin û ciwanan misogerkirina aştiyeke bi rûmet e. Ya ku divê bê kirin ew e ku hem li Tirkiyê hem jî li Sûriyê rê li ber aştiyeke bi rûmet bê vekirin. Divê dawî li polîtîkayên ku li ser pirsgirêka Kurd xitimîne, tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û diyalog esas bê girtin. Divê ti kes gumanê neke ku em ê bi jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava re ku bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên tarî yên DAIŞ'ê îlhama jinên cîhanê dane mezin bikin.”