WAN - Li navçeya Miksê li hemberî xespkirina îradeya gel li ber avahiya şaredariyê nobed di roja 6’emîn de dewam kir.
Şaredariya navçeya Miksê ya Wanê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dihat rêvebirin di 29’ê mijdarê de qeyûm hat tayînkirin. Çalakiya nobedê ku li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin di roja 6’emîn de dewam dike. Çalakiya nobedê ji aliyê rêxistina DEM Partiyê ya Miksê hat destpêkirin, hevşaredarên Miksê, rêxistinên DEM Partiyê yên Payîzava, Elbak û gelek kes beşdarî çalakiya nobedê bûn.
‘GEL DÊ WE QEBÛL NEKE’
Hevşaredara Şaredariya Miksê Nebahat Benek li vir axivî û got, "Ji bo zilmê li gel bikin, qeyûman tînin. Gelê me tu carî li ber zaliman stûyê xwe xwar nekir û wê tu carî serî netewîne. Piştî her polîtîkaya qeyûm em xurtir dibin. Eger difikirin ku bi çavtirsandinê şaredariyan bikin navendên polîsan, hûn xwe dixapînin. Gel we qebûl nekiriye û wê qebûl neke. Qeyûm dizî ye. Bila diz ji bajarê me bicehimin."
Piştî axaftinan welatî jî beşdarî çalakiya nobedê bûn.