ÎZMÎR - Ekolojîst Ertûgrûl Barka diyar kir ku li cîhanê ji ber şer, pevçûn û krîza avhewayê bi milyonan mirov koçber bûne û got ku çareseriya van pirsgirêkan di civaka ekolojîk-komunal de ye.
Germbûna kûrewî ya ku ji ber eko-qirkirinê pêk tê her roj karesatên nû yên xwezayî bi xwe re tîne. Di xwezayê de felaketên wekî hişkesalî, lehî, bahoz û şewat zêdetir diqewimin ku kapîtalîzm bi rantxuriyê nêzîkê wan dibe. Ji ber van bûyeran bi milyonan mirov neçar dimînin ji cih û warên xwe koç bikin.
BI MILYONAN KESAN KOÇ KIRIN
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2022'yan de 100 mîlyon kes ji ber sedemên cuda neçar mane ji cih û warên xwe derkevin û ev hejmar di sala 2023'yan de wekî 281 mîlyon kesî hatiye tomarkirin.
Li gorî Rapora Koçberiyê ya Cîhanê sala 2024’an ku ji aliyê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ve hatiye weşandin, bi mîlyonan mirov ji ber sedemên cuda koçber bûne. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji sala 1990'î û vir ve koçberên Afrîkayê du qat zêde bûne û li Nîjeryayê 2,4 mîlyon, li Somalî 1,2 mîlyon, li Etiyopyayê 873 hezar û li Sûdana Başûr jî 596 hezar kes ji ber karesatan koçber bûne. Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku li Bakurê Afrîkayê kêmbûna avê, germahiya zêde û şewata daristanan li welatên wekî Lîbya, Cezayîr û Fasê bûne sedema koçberiyê û li welatên başûrê Afrîkayê jî ji ber bagerên tropîkal li Madagaskar, Malawî û Mozambîkê koç çêbûye.
Ekolojîst Ertûgrûl Barka, koça bi mîlyonan mirovan a ji ber eko-qrikirinê û şeran nirxand û diyar kir ku zêdebûna germahiya kûrewî li gel sermayeya kapîtalîst krîza avhewayê hîn kûrtir dike.
‘QADÊN JIYANÊ TÊN TUNEKIRIN'
Barka diyar kir ku bi hilberîna enerjiyê ya bi sotemeniyên fosîl dê krîzê kûrtir bike û koçberî zêdetir bibe û got: “Tê gotin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka koçberan heye. Kesên ku ji ber sedemên siyasî koç dikin hene, lê ji ber guherîna avhewayê ya gerdûnî jî gelek kes tên welêt. Mirov nikare cotkariyê bike. Cihên wan ên jiyanê tên xerakirin. Kapîtalîzm ji bo xwe 'çavkaniyên xwezayî' dike sermaye. Ji ber vê yekê jîndarên di xwezayê de ji van qadên jiyanê bêpar in."
Barka anî ziman ku sektorên ku bi çandiniyê re mijûl dibin herî zêde ji krîza avhewayê bandor dibin û got: “Her çend kes dibêjin 'germbûna kûrewî tune ye' jî, li cîhanê bi mîlyonan mirov koçber dibin. Germahiya kûrewî heye û yên herî zêde bandorê jê digirin jî kesên çandiniyê dikin bi xwe ne. Rewşa Tirkiyeyê jî ev e. Ziwabûneke bêhempa heye. Çi qas çavkaniyên avê hebin, dixin şûşeyên plastîk û difiroşin. Ji ber van polîtîkayên avê yên şaş zirareke mezin digihîje çandiniyê jî. Ji ber van polîtîkayan gelek kes ji qadên bejahiyî ber bi bajaran ve koç dikin."
ÇARESERÎ: CIVAKA KOMUNAL A EKOLOJÎK E
Barka diyar kir ku ji ber ku dewletên kapîtalîst çavkaniyên binerd ên gelek welatên wekî Afrîkayê îstîsmar kirine, gelên li van welatan dijîn koçî Ewropayê kirine û got: "Ji ber şer, krîza avhewayê û germahiya kûrewî hewl didin biçin Ewropayê. Gelek ji van mirovan di deryayê de xeniqîn. Ev kedxwarî nikare bi vî rengî berdewam bike. Ew herêm tenê bandorê ji kedxwariyê nagirin. Hemû cîhan bandorê jê digire. Çareserî civaka ekolojîk-komunal e. Ger jiyan berdewam bike, wê bi civaka ekolojîk-komûnal pêk were. Hilweşîna herî mezin a ekolojîk bi şeran pêk tê. Ji bo vê jî divê em nirxên ekolojîk û nîzama jiyana komunal li ber çavan bigirin."