AMED - Hunermend Hozan Diyar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên şênber bên avêtin û wiha got: “Heta polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo bi dawî nebin û rêz ji îradeya gelê kurd re neyê girtin dê pêşketinên mayinde çênebin.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî pirsgirêka kurd çendek daxuyanî da û rê li ber nîqaşên nû vekir. Lê heta niha jî tu gavên şênber nehatine avêtin. Li hêla din tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê didome. Gelek derdorên cuda ji bo pêvajoyeke nû were destpêkirin di nava hewldanan de ne. Yek ji van avadaniyan jî Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ye. EFFP’ê têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi sernavê “Em dixwazin hêvî bikin û îxtîmala aştiyê mezin bikin” metnek parve kir. Siyasetmedar, hunermend, akademîsyen, sendîkavan, hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan jî di nav de nêzî 300 kesan metn îmze kirin. Di metnê dihat xwestin ku pevçûnên ji sala 2015’an heta niha didomin bi dawî bibin û zimanê aştiyê li civakê hakim bibe.
Ji îmzekarên metnê hunermend Hozan Diyar anî ziman ku huner û hunermend di têkoşînê de cihekî girîng digirin û ew dixwazin îxtîmala aştiyê mezintir bikin.
‘EM HEWL DIDIN PÊŞEROJEKE AZAD AVA BIKIN’
Hozan Diyar destnîşan kir kul polîtîkaya “ewlehîparêz” di pirsgirêka kurd de çareseriyê bi xwe re nayîne û wiha got: “Ji bo aştiyeke mayinde hewcehî bi avêtina gavên şênber heye. Em dixwazin hêvî bikin û îxtîmala aştiyê mezintir bikin. Gelo li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê dike û em dikevn serdemeke nû? Di demeke ku ev nîqaş tên kirin û bendewariyên wiha didomin de ji derveyî berjewendiyên şexsî, hesabên îktîdarê yan jî konjonktura li Rojhilata Navîn, em dixwazin îxtîmala aştiya di navbera gelên kurd û tirk de mezin bikin. Her tim hêviya me ew bû ku ev îxtîmal her hebe. Ji bo mezinkirina aştiya civakî û şênbertirkirina vê îxtîmalê me ev danezane îmze kir. Li erdnîgariya me rêgeza pêkvejiyana gelan û xwişk-biratiyê heye. Em hewl didin pêşerojeke azad û demokratîk ava bikin.”
‘RASTIYA QIRKIRINA LI DIJÎ GELÊ KURD HEYE’
Hozan Diyar, bertek nîşanî gotina Bahçelî ya “pirsgirêka kurd nîne” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkeke kurd a ku Devlet Bahçelî qala wê dike nîne lê rastiyek heye ku li dijî gelê kurd qirkirin tê kirin. Ev sed sal in zilmeke sîstematîk heye, bi sedhezaran kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin û sepanên din pirsgirêk nînin, bi eşkereyî qirkirin e. Ji hunermend heta siyasetmedar gelê kurd li dijî vê qirkirinê bi temamî çareseriyê ferz dike. Ev pirsgirêk an dê çareser bibe yan jî dê ev pergal xwe bi xwe tune bike. Ev, diyalektîkeke dîrokî ye. Dema mirov li vir lê dinêre, gotina wan a ‘werin teslîm bibin’, bêrêziyeke li dijî têkoşîna 45 salan e. Tevî vê jî peywira me ye ku em vê veguherînin tevgereke aştî û çareseriyê. Em nikarin jê re bibêjin cidî nînin û biavêjin sergoyê. Lê li gel van bêcidiyeta wan, li rexekî ço nîşan didin li rexê din jî qala demokrasiyê dikin û em jî van wisa nadaqurtînin.”
Bi domdarî Hozan Diyar destnîşan kir ku divê îxtîmala aştiyê her tim were parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyê divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Gelê kurd ji bo têkoşînê derbasî zemîna aştiyê bike, zarokên xwe yên herî hêja feda kir. Êdî vegera demên berê nabe. Aştî jî bi rêzgirtina her du aliyan dibe. Heta ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo bi dawî nebin û rêzê ji bo îradeya gelê kurd negirin dê di mijara aştiyê de pêşketinên mayinde çênebin. Rêber Apo, têkildarî vê mijarê gelek caran daxuyanî da. Tirkan di salên 1071’î de, di salên 1920’î de û di sedsalên din de bi saya tifaqa bi kurdan re karîn pêş bikevin. Heke tirk bi kurdan re nebin tifaq dê bibin xulamên emperyalîzmê. Lê em bi hev re dikarin rizgar bibin. Derdê me ew e ku rêzê ji bo dîrok û hebûna me bigirin. Lê heke bixwazin bi kurdan re bimeşin, nêzikatiya li hemberî Rêberê wan dê her tiştekî diyar bike.”
‘ERKA HUNERÊ YE KU BERXWEDANÊ XURT BIKE’
Di berdewamê de Hozan Diyar bi lêv kir ku huner û hunermend parçeyeke têkoşînê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Polîtîkayên qirkirina li dijî gelê kurd di qadên huner, ziman û çandê de jî bi awayekî sîstematîk didomin. Tiştekî rasthatî nîne ku qeyûm bi taybet saziyên çand û jinê hedef digire. Hunermend, divê ji bo têkoşîna gelê xwe sûdewer be. Ji dîrokê heta niha di demên herî zehmet de bi peywirên girîng rabûne. Nikarin di bin kirasê faşîzmê de hunerê bike. Hunermendên kurd nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê xwe jinedîtî ve bên û hebûna xwe bidomînin. Erka hunerê ye ku destkeftiyên şoreşê mayinde bike û îxtîmala aştiyê mezin bike. Heke nezane sehne bi çi ked û xwînê hatine avakirin, hunermendekî/a qedr û qîmeta kesên em navên wan nizanin û dê nezanin ên ketin bin axê nezane tu caran nikarin bibin hunermend. Em di pêvajoyeke wiha girîng re derbas dibin. Ev pêvajoyeke hebûn û tunebûnê ye. Erka her hunermendekî kurd heye ku gotin û hunera xwe ji bo mezinkirina îxtîmala aştiyê û mayindekirina destkeftiyên şoreşê bi kar bîne. Heke têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nebûya dê ne kurd hebûna ne jî kurdî. Her hunermend mecbûr e vê bibîne. Heke nebîne wê demê kor e, mezeya sektora şahiya ye. Divê em jî li eniyên herî pêş ê gelê xwe bimeşin. Divê em vê ji her demê bêhtir bikin.”
MA / Delal Akyuz