DÊRSİM - Piştî ceza li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hate birîn, li avahiya şaredariyê nobet hate destpêkirin û nobet di roja duyemîn de didome.
Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Piştî cezayê li Konak hate birîn, li partiyên tifaqê û welatiyan li şaredariyê nobet da destpêkirin. Nobet, di roja duyemîn de didome. Nobet, di tevahiya şevê de domiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, hevşaredarên Dêrsimê, nûnerên partiyên tifaqê û gelek welatî tev li nobetê bûn.
Nobet, heta serê sibehê dom kir û çalakvanan stran gotin.