RIHA - Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin di roja 15’an de didome.
Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin di roja 15’an de didome. Tevî hewayê sar jî welatî hatin pêşiya şaredariyê û nobeta xwe ya berxwedanê domandin. Welatiyan li qada nobetê pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” daliqandin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek kes tev li nobetê bûn. Nûnerên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyên Hewag û Bêrecûkê jî ji bo piştevaniyê tev li nobetê bûn.
Nobeta berxwedanê bi serdanên piştevaniyê didome.