STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag ê ku 33 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1025’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê, aqûbeta Alî Tekdag ê ku 33 sal berê li Amedê hat revandin û qetilkirin, pirsîn. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu, Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik û gelek parêzvanên mafan tevlî çalakiya vê heftê bûn.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxa Êlihê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend û diyar kir ku ev 30 sal in daxwazên wan a heqîqet û edaletê nayên bicihanîn.
Sîbel Çapraz çîroka Alî Tekdag vegot û bi bîr xist ku DMME’yê Tirkiye mehkûm kiriye.
Sîbel Çapraz got, "Em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Alî Tekdag û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û dewlet neçar e li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere. Em ê bi têkoşîna xwe her tim vê yekê bibîr bixin."