RIHA - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngolê diyar kir ku desteserkirina îradeyê ne qanûnî, siyasî ye û got: "Me wekî DEM Partiyê bi hinceta ku ev pêkanîn wekî tayinkirina qeyûman a li hemû hilbijartiyan e, me doz vekir."
Rêziknameya qanûnê ya têkildarî tayînkirina qeyûmên li şaredariya Colemêrg, Xelfetî, Esenyûrt, Mêrdîn û Êlihê careke din ket rojevê. Parêzerên şaredariyan ji bo qeyûmên ku di sala 2019'an de hatin tayînkirin, biryarê birin Şûraya Dewletê. Di sala 2020'î de Şûraya Dewletê bal kişand ser xala "peywirdarkirina demkî" ya wekî palpişta tayinkirina qeyûman hatibû nîşandan û biryara Wezareta Karên Navxweyî di cî de dît. Gelek biryarên der barê tayinkirina qeyûman de ku heman salê ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hatibûn şandin jî, hê bi dawî nebûne.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngolê der barê qanûn û xalên ku ji bo tayînkirina qeyûman wekî hincet tên nîşandan nirxandin kir.
Ozbîngolê bal kişand ser hevoka "teqezbûna sûc" a di xala 47'an de ku wekî hinceta tayinkirina qeyûm tê nîşandan û got ku di pêkanîna qanûnê de gelek bêusultû hene.
DOSYEYA WEKÎ SEDEMA TAYÎNKIRINA QEYÛM HAT NÎŞANDAN BI BERAETÊ BI DAWÎ BÛ
Ozbîngolê qeyûmê tayînî şûna Hatîce Çevîk a ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de wekî Hevşaredara Pirsûsê ya Rihayê hatibû hilbijartin hat kirin bi bîr xist û got: "Çevîk di sala 2019'an de hat girtin û qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin. Dosyeya ku wekî hinceta girtina Çevîkî hat bikaranîn wê salê hat amadekirin. Ji ber vê dosyeyê li Pirsûsê qeyûmê 'demkî' hat tayînkirin. Lê Çevîk di sala 2023’yan de ji vê dozê beraet bû. Ev rewş jî bêhiqûqiya desthilatê eşkere dike. Rewşa Xelfetiyê jî wekî vê ye."
MAFÊ HILBIJARTINÊ TÊ ASTENGKIRIN'
Ozbîngolê destnîşan kir ku ev heyam ji COlemêrgê dest pê kiriye heya şaredariya Esenyûrt a Stenbolê, Mêrdîn, Êlih û Xelfêtiyê çûye û got ku di heman demê de qeyûm bi awayekî fiîlî tayînî şûna endamên meclisê jî tê kirin û bi vî awayî xebatên şaredariyê tên astengkirin.
Ozbîngolê anî ziman ku ev pêkanîn rê li ber bikaranîna gelek mafên destûra bingehîn digire û bi taybetî jî "mafê dengdan û hilbijartinê" û got ku wan wekî Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê doz vekiriye. Ozbîngolê anî ziman ku ew dixwazin welatiyên ku tên Rêxistinên DEM Partiyê jî bi heman hincetê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û got: "Me wekî DEM Partiyê bi hinceta ku ev pêkanîn wekî tayinkirina qeyûman a li hemû hilbijartiyan e, me doz vekir. Em xebitandina rêya dadgehê girîng dibînin. Bê guman, nayê nîqaşkirin ku ev pêvajo ji aliyê hiqûqî zêdetir aliyê xwe siyasî heye. Me jî di dozên ku me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane de, ji dadgehê vekolîna normê xwest. Dozên betalkirinê yên li dadgehan berdewam dikin jî vê mijarê dinirxînin. Der barê 3 qeyûman de me yekser dest bi pêvajoya xwe kir. Pêvajoya me ya têkildarî endamên meclisê dewam dike. Her wiha me ji bo pêkanîna mewzûata rêveberiya herêmî ya navnteweyî jî serlêdan kir. Em di wê baweriyê de ne, ji dêvla pêvajoyeke siyasî, pêdivî bi pêşxistina pêvajoyeke darazî heye. Ji ber vê me serlêdan kir. Em vê bi rêya dadgehan jî didomînin."