Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin

  • rojane
  • 10:07 15 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Li Stenbolê welatiyên ku di dema daxuyaniya ji bo mitînga “azadiyê” de hatin binçavkirin bi tundî û tacîzê re rû bi rû man. Fincê Akman a ku tundî lê hat kirin got: “Nikarin îradeya me bişikînin.” 
 
Li Amedê dê mitînga “azadiyê” bihata lidarxistin. Lê destûra mitîngê nehat dayîn û hat qedexekirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî qedexekirina mitîngê xwest daxuyanî bide lê polîsan lidarxistina daxuyaniyê qedexe kir. Di daxuyaniyê de polîsan êrişî welatiyan kir û 30 bi lêdanê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî bi tundî, tacîz û muameleya xerab re rû bi rû mane. Li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan a jimara 2911’an”, “Propaganda rêxistinê kirine” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” îfadeyên welatiyan hat girtin û paşê li emniyetê hatin berdan. 
 
'TUNDÎ, TACÎZ, MUAMELEYA XERAB’
 
Bi piraniya welatiyan destê wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û kirin binçavan. Hin welatiyan diyar kir ku ew bi tundî, tacîz û muameleya xerab re rû bi rû man e. Ji welatiyên hatin binçavkirin Fincê Akman a 57 salî dema tê binçavkirin bi tundiya polîsan re rû bi rû dimîne. Wêneyên Akman ku şopa lêdanê li ser mil û li ber çavê wê hebûn derketin holê. Her wiha dema polîsên jin lêgerînê pêk tînin tacîza fizîkî li jinên binçavkirî dikin. Di zendên destê welatiyan de şopa kelemçekirinê jî hebûn. 
 
PIRSÊN LI EMNIYETÊ 
 
Di dema binçavkirinê de polîsan pirsên wek, “Hûn çawa ji çalakiyê haydar bûn, ji bo hûn tev li çalakiyê bibin zext li we hatin kirin?” hatin kirin. Her wiha dirûşmên hatibûn berzkirin jî ji welatiyan hat pirsîn. 
 
'POLÎSEK JIN MIN TACÎZ KIR’ 
 
Êriş, muameleya xerab û tacîza hatiye kirin jî di girteka îfadeyan de jî cih girt. Li gorî agahiyên ku di girteka îfadeyan de cih girtine, jinan diyar kirin ku di dema binçavkirinê de bi "tacîza fizîkî" re rû bi rû man e. S. K., diyar kir ku polîsan destê wê ji pişt ve kelepçe kirine û wê kirine binçavan. S. K. di îfadeya xwe de wiha got: "Ez sûcdarkirinê qebûl nakim. Beriya ku polîs min li wesayîta binçavkirinê siwar bikin, ji aliyê polîseke jin ve tacîz li min hat kirin. Tevî ku min got telefon li ser min tune ye jî lê li ser hemû laşê min geriyan û min tacîz kirin. Piştre destê min ji pişt ve kelemçe kirin û ji ber vê rewşê zendên min birîndar bûn.” 
 
'ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’ 
 
M.A. jî sûcên li ser xwe red kir û got: “Ez van sûcdariyên we qebûl nakim. Dema min kirin binçavan, li min dan. Îşkence li min kirin. Ji pişt ve bi saetan destê min kelemçekirî hiştin.” 
 
Jinên ku bi lêdanê û muameleya xerab re rû bi rû mane rapora lêdanê wergirtin û piştî rapor li pergalê bê barkirin dê giliyê polîsan bikin. 
 
QALA WÊ ROJÊ KIR 
 
Fincê Akman a ku lawê girtî ye û bi tundiya polîsan re rû bi rû ma tiştên hatin serê wan ji ajansa me re vegot. 
 
Fîncê Akman a ku bi muameleya xerab re rû bi rû ma wiha got: "Em ê ji bo tecrîd û azadiyê biçûna wir. Lê destûr nedan. Ji ber vê yekê em çûn Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Piştre êrişî me kirin. Li vir gotin, 'Hûn nikarin daxuyaniyê bidin’. Li me xistin. Bi pehînan li me dan û milên me wergerandin. Di nava wesayitê de heqaret li me kirin. Destê me ji pişt me ve kelepçe kirin. Di wesayîtê de îşkence û heqaret li me kirin. 7 saetan me di wesayîtê de hiştin. Paşê me li emniyetê berdan.” 
 
'NIKARIN ÎRADEYA ME BIŞIKÎNIN’ 
 
Akman destnîşan kir ku ev tişta ku polîsan aniye serê wan ji bo îrade şikandinê pêk anîne û got: “Dixwazin ku îradeya me bişikînin. Me carek soz daye; ev 40 sal in nikarin îradeya me bişikînin, gelo wê niha dikaribin bişikînin. Naxêr nikarin îradeya me bişikînin. Heta ku em hebin em ê xwedî li rêbertiya xwe, girtiyên xwe û doza xwe derkevin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin