Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astnegkirin

  • rojane
  • 09:00 11 Cotmeh 2024
  • |
img

MELÊTÎ - Girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ji ber lêgerîna li hundirê dev û lêgerîna tazî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Yaşa yê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê sedemê nexweşiya wî dereng hatiye teşhîskirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Hat diyarkirin ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê lêgerîna li hundurê dev û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Hat destnîşankirin ku ji ber vê ferzkirinê 6 meh in girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.
 
Ziya Sertkaya kurê Yûsûf Sertkaya (72) ê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" girtî ye diyar kir ku bavê wî bi nexweşiya behcetê ketiye û ji ber lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev nikare biçe nexweşxaneyê. Sertkaya got: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê, bi awayekî wan rencîde bikin lêgerînê li wan ferz dikin. Ji ber vê sedemê çûna nexweşxaneyê red dikin. Bavê min yek ji wan kesan e ku ji ber vê ferzkirinê naçe nexweşxaneyê." 
 
Hevsjîna girtî Serdar Kose Bahar Kose jî diyar kir ku hevjînê wê ji ber ferzkirinê neçûye nexweşxaneyê.
 
Hevjîna girtî Alî Unlu Zahîde Unlu diyar kir ku hevjînê wê yê di mehên dawî de di çalakiya werzişê de milê wî şikestiye, divê ji bo kontrolê rakirana nexweşxaneyê. Unlu bilêv kir ku hevjînê wê ji ber lêgerîna li hundirê dev neçûye muayenexaneyê û wiha got: “Piştî ku milê Alî şikest ji bo alçiyê jê bikin ew birin nexweşxaneyê. Dema ku hewl dan bi zorê li devê wî bigerin, ew li dij radibeç Dibêjin ger devê xwe venekî dê wî nebin û hevjînê min jî vê yekê qebûl nake û naçe. Bi derfetên xwe alçiya xwe li girtîgehê vedike. Di hevdîtina me ya dawî de, wî ji min re got ku milê wî ne baş e û dema ku tiştan digire êşê dikişîne."
 
Mûsa Kulter ê ku 4 roj berê ji Girtîgeha Akçadagê derket, diyar kir ku ev ferzkirin binpêkirina herî mezin a mafan e ku di dema girtina wî de qewimîne. Kulter anî ziman ku wan gelek caran li ser vê mijarê giliyê rêveberiya girtîgehê kiriye, lê rêveberiyê tu gav neavêtiye û ragihand ku ev lêgerîn ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin û got: “Me gelek caran bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtin kir. Gotin 'Em mudaxeleyî leşkeran nakin. Eger leşker ji we re bêje devê xwe vekin, hûn ê vekin.' Min bi xwe di 2022 û 2023'yan de gelek daxwazname nivîsand. Herî dawî min ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re daxwazname nivîsand. Ji ber ku nexweşiyên min jî hene û ji ber vê ferzkirinê min nekarî biçim nexweşxaneyê. Beriya 2-3 hefteyan ji Meclisê bersiva 'Me der barê lêgerîna devkî de tu biryar negirt.' hat. Min ev bersiv bir dozgeriyê û wan jî pêşkêşî leşkeran kir. Leşkeran bersiv da, 'Biryara Dadgeha Bilind heye, kesê ku devê xwe veneke em ê nebin nexweşxaneyê.'"
 
JI BER FERZKIRINÊ DERENG HAT TEŞXÎSKIRIN
 
Kulter diyar kir ku girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku di 19'ê Sibatê de ji ber pêşketina nexweşiya penceşêrê hat berdan û 5 meh şûnde jiyana xwe ji dest da, ji ber vê ferzkirinê teşxîskirina nexweşiya wî bi derengî hatiye xistin. Kulter anî ziman ku dema Yaşa sewqî nexweşxaneyê kirine teşxîs hatiye danîn û wiha got: “Di serê meha Sibatê de dema ku ji ser hişê xwe çû û piştî wê pê hesiya ku bi pençeşêrê ketiye. Jixwe bberî ku 20 roj derbas nebin bi lez û bez hat berdan. Ji ber ku penceşêr di qonaxa xwe ya dawî de bû. Nexweşê din ê nexweşê KOAHê yê girtî Zeyyat Agaoğlû jî di heman rojê de 3 caran krîzê li dilê wî xist. Dû re gardiyan hatin û ew li ser milan birin. Di dema krîzê de, destê xwe li sedyeyê dixe û xwînî dike. Ji bo vê jî rêveberiya girtîgehê cezayê girtîgehê lê birî. Sedem ew e ku zirar daye sedyeyê. Lê Zeyyat wê demê ne li se rhişê xwe bû." 
 
Kulter, da zanîn ku duvê girtiyên bi navê Dogan Ergun û Bîlal Kapça demildest bên emeliyatkirin, lê ji ber van ferzkirinan dermankirina wan tê astengkirin. 
 
GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA
 
Ji aliyê din ve berpirsê girtîgehê yê ku me telefonî wan kir jî got ku ew nikarin der barê mijarê de agahiyan bidin û muxatabê mijarê dozgerê girtîgehê ye.
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 

Sernavên din

11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astnegkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin