Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astnegkirin 2024-10-11 09:00:59 MELÊTÎ - Girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ji ber lêgerîna li hundirê dev û lêgerîna tazî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Yaşa yê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê sedemê nexweşiya wî dereng hatiye teşhîskirin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Hat diyarkirin ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê lêgerîna li hundurê dev û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Hat destnîşankirin ku ji ber vê ferzkirinê 6 meh in girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.   Ziya Sertkaya kurê Yûsûf Sertkaya (72) ê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" girtî ye diyar kir ku bavê wî bi nexweşiya behcetê ketiye û ji ber lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev nikare biçe nexweşxaneyê. Sertkaya got: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê, bi awayekî wan rencîde bikin lêgerînê li wan ferz dikin. Ji ber vê sedemê çûna nexweşxaneyê red dikin. Bavê min yek ji wan kesan e ku ji ber vê ferzkirinê naçe nexweşxaneyê."    Hevsjîna girtî Serdar Kose Bahar Kose jî diyar kir ku hevjînê wê ji ber ferzkirinê neçûye nexweşxaneyê.   Hevjîna girtî Alî Unlu Zahîde Unlu diyar kir ku hevjînê wê yê di mehên dawî de di çalakiya werzişê de milê wî şikestiye, divê ji bo kontrolê rakirana nexweşxaneyê. Unlu bilêv kir ku hevjînê wê ji ber lêgerîna li hundirê dev neçûye muayenexaneyê û wiha got: “Piştî ku milê Alî şikest ji bo alçiyê jê bikin ew birin nexweşxaneyê. Dema ku hewl dan bi zorê li devê wî bigerin, ew li dij radibeç Dibêjin ger devê xwe venekî dê wî nebin û hevjînê min jî vê yekê qebûl nake û naçe. Bi derfetên xwe alçiya xwe li girtîgehê vedike. Di hevdîtina me ya dawî de, wî ji min re got ku milê wî ne baş e û dema ku tiştan digire êşê dikişîne."   Mûsa Kulter ê ku 4 roj berê ji Girtîgeha Akçadagê derket, diyar kir ku ev ferzkirin binpêkirina herî mezin a mafan e ku di dema girtina wî de qewimîne. Kulter anî ziman ku wan gelek caran li ser vê mijarê giliyê rêveberiya girtîgehê kiriye, lê rêveberiyê tu gav neavêtiye û ragihand ku ev lêgerîn ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin û got: “Me gelek caran bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtin kir. Gotin 'Em mudaxeleyî leşkeran nakin. Eger leşker ji we re bêje devê xwe vekin, hûn ê vekin.' Min bi xwe di 2022 û 2023'yan de gelek daxwazname nivîsand. Herî dawî min ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re daxwazname nivîsand. Ji ber ku nexweşiyên min jî hene û ji ber vê ferzkirinê min nekarî biçim nexweşxaneyê. Beriya 2-3 hefteyan ji Meclisê bersiva 'Me der barê lêgerîna devkî de tu biryar negirt.' hat. Min ev bersiv bir dozgeriyê û wan jî pêşkêşî leşkeran kir. Leşkeran bersiv da, 'Biryara Dadgeha Bilind heye, kesê ku devê xwe veneke em ê nebin nexweşxaneyê.'"   JI BER FERZKIRINÊ DERENG HAT TEŞXÎSKIRIN   Kulter diyar kir ku girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku di 19'ê Sibatê de ji ber pêşketina nexweşiya penceşêrê hat berdan û 5 meh şûnde jiyana xwe ji dest da, ji ber vê ferzkirinê teşxîskirina nexweşiya wî bi derengî hatiye xistin. Kulter anî ziman ku dema Yaşa sewqî nexweşxaneyê kirine teşxîs hatiye danîn û wiha got: “Di serê meha Sibatê de dema ku ji ser hişê xwe çû û piştî wê pê hesiya ku bi pençeşêrê ketiye. Jixwe bberî ku 20 roj derbas nebin bi lez û bez hat berdan. Ji ber ku penceşêr di qonaxa xwe ya dawî de bû. Nexweşê din ê nexweşê KOAHê yê girtî Zeyyat Agaoğlû jî di heman rojê de 3 caran krîzê li dilê wî xist. Dû re gardiyan hatin û ew li ser milan birin. Di dema krîzê de, destê xwe li sedyeyê dixe û xwînî dike. Ji bo vê jî rêveberiya girtîgehê cezayê girtîgehê lê birî. Sedem ew e ku zirar daye sedyeyê. Lê Zeyyat wê demê ne li se rhişê xwe bû."    Kulter, da zanîn ku duvê girtiyên bi navê Dogan Ergun û Bîlal Kapça demildest bên emeliyatkirin, lê ji ber van ferzkirinan dermankirina wan tê astengkirin.    GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA   Ji aliyê din ve berpirsê girtîgehê yê ku me telefonî wan kir jî got ku ew nikarin der barê mijarê de agahiyan bidin û muxatabê mijarê dozgerê girtîgehê ye.   MA / Ceylan Şahînlî