Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe

  • rojane
  • 13:45 6 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di “Komxebeta Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî” de axivî û got: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tene ne bêhiqûqî ye, di heman deme de gefê li selametiya civakê jî dixwe. Divê tevgera mirovahiya mezin bi hêz bibe.” 

Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi taybet Girtîgeha Îmraliyê, "Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" li dar xist. Nûnerên saziyên tenduristiyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûn. Komxebeta li otelek li Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di destpêkirina komxebatê de axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li dijî girtiyên siyasî bi armanca têkbirina têkoşîna civakê ye. Çîçek got: “Di encamê de em di nava civakê de dijîn û girtîgeh jî bi rêgezên hiqûqî ve girêdayî ne. Dewlet sîstemên xwe yên hiqûqî li gorî berjewendiyên xwe birêkûpêk dikin û polîtîkayên girtîgehê jî di vê çarçoveyê de tên teşekirin. Ji ber vê yekê girîng e ku li girtîgehan bi têkoşînên civakî re bên nîqaşkirin.  Li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes li dijî şêwaza jiyanê ya ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin li ber xwe didin. Bi taybetî gel, jin û komên din ên civakî bi awayekî cidî li dijî vê pergalê têdikoşin. Zindan ne tenê cihên ku mirov lê tên ragirtin, di heman demê de bandorê li ser selametî-tenduristî û mafên civakê jî dike. Ji vê perspektîfê diyar e ku divê girtîgeh bi giştî bi tenduristiya giştî ya civakê re bên nirxandin.” 
 
‘HELWESTEK DIJMINANE YE’ 
 
Çîçek qetilkirina girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Metrîsê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got: “Tevî serî li Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar hat xistin jî nehat berdan. Dewlet li dijî mafên mirovan û şexsan hiqûqa dijminatiyê nîşan dide. Ev tene ne bêhiqûqî ye di heman demê de gefê jî li selametiya civakê dixwe.” 
 
‘NE MIMKÛN E KU KES XWE BIGIHÎNE OCALAN’ 
 
Çîçek bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û 43 meh in agahî jê nayê girtin û wiha got: "Xwegihandina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ne mimkûn e. Rewşa wî tenê ne pirsgirêkek hiqûqî ye di heman demê de meselek ku tenduristiyê derbas kiriyeye jî. Di vê pêvajoya ku Ocalan weke rêber hate qebûlkirin de, destwerdana feraseta jiyana demokratîk, wekhevî û yekitiya bi rûmet a ku wî ava kir, hate kirin. Lê di vê qonaxa ku em gihîştinê de, di têkoşîna ne tenê mafên hiqûqî, di heman demê de ji bo mafên çandî jî barekî mezin derketiye holê. Dema em koçberî, pêvajoyên pevçûnan û kesên jiyana xwe ji dest didin dinirxînin, her yek ji van mijaran ji bo bi mîlyonan kurdan aciziyên giran peyda kirine. Pirsgirêka Kurdistanê di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Di heman demê de pirsgirêka Kurdistanê parçayek têkoşîna wekheviyê û edaletê ya Rojhilata Navîn e.” 
 
Piştî axaftina Çîçek, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê ji bo 'Mitînga Azadiyê' seferberî
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin