AMED - Hejmara 200’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Cîhan deyndarê Ocalan e” derket.
Rojnameya Xwebûn ku weşana heftane dike, ev 200 hefte li pey xwe hişt. Hejmara 200’emîn a Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Cîhan deyndarê Ocalan e” derket û hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li 74 navendên cuda yên cîhanê dan destpêkirin derxist pêş. Rojnameyê cih da nirxandinên Endamê Konseya KCK’ê Zebeyîr Aydar ku der barê pêngavê de ji Xwebûnê re kirine.
Dîsa Endama Tevgera Jinên Azad a Ewropayê Şukran Sîncar jî di rûpela jinan a rojnameyê de der barê pêngava ku hatiye destpêkirin
Nivîskarê rojnameyê Hasan Huseyîn Denîz jî di nivîsa xwe de bal kişand ser rola paradîgmaya Ocalan.
Rojnameyê di Sermanşetê de jî cih da êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û politikayên Erdogan ên li dijî kurdan.
Her wiha Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ji rojnameyê re der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de axivî ye.
Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî bi sernavê “Popûlîzmê huner kuşt” cih daye nirxandinê Hunermend Rotînda Yetkîner.