Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’

img
RIHA - Welatiyê bi navê Mehmet Samur ê 61 salî ku tevî 2 kesên din li Pirsûsê hatibû binçavkirin, da zanîn ku polîsan ew xistine korekê, çek xistin serê wî û gefa kuştinê lê xwarine. 
 
Di 24’ê sibatê de li mezraya Karacurun a gundê Mishecerk ê Pirsûsa Rihayê di navbera Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ê ku tê îdiakirin PKK’î ye û leşkeran de pevçûn derket. Piştî pevçûnê jî Reşat Yildiz (50), Mehmet Samur (61) û hevjîna wî Adle Samur (60) bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Îşkenceya li welatiyan hatiye kirin kete rojeva medyayê. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe daxuyanî da û da zanîn ku her sê welatî di 2’yê adarê roja pêncşemê de hatine binçavkirin û li Şaxa TEM’a Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê hatine îşkencekirin. 
 
Piştî rakirina qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan, parêzer çûn midûriyeta emniyetê û bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran tespît kir ku miwekîlên wan rastî îşkence û miameleya xerab hatine. Li ser vê yekê jî parêzeran serî li baroyê dan û jê xwestin ku hewldanên hiqûqî bidin destpêkirin. 
 
Cîgirê Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
DI BIN ÇAVAN DE GEFA KUŞTINÊ LÊ HAT XWARIN
 
Taş, da zanîn ku piştî serlêdana bo wan hatiye kirin, wan di 3’yê adarê roja înê de bi miwekîlên xwe yên binçavkirî re hevdîtin kirine û wiha got: “Me li Şaxa TEM’ê bi welatiyan re hevdîtin kir. Me ji ewil bi Reşat Yildiz re hevdîtin kir. Yildiz, da zanîn ku rastî heqaretên devkî hatiye. Piştre jî me bi Adle Samur û Mehmet Samur re hevdîtin kir. Li ser laşê her duyan jî şopên îşkence û miameleya xerab hebûn. Destê Adle Samur reş û şîn bûbûn. Samur, got ku bi vekirina deriyê malê re xistine feleqeyê, hatiye derbkirin û heqaret lê hatine kirin. Her wiha Mehmet Samur jî got ku di 3-4 saetên ewil ên binçavkirinê de rastî îşkenceya fîzîkî û miameleya xerab hatiye. Samur, da zanîn ku bi kulman hatiye derbkirin û çek xistine serê wî. Samur, got ku polîsan ew biriye baxçeyê malê, li wir xistine korikekê, berê çekan dayîne serê wî û gefa; ‘em ê te bikujin. Cihê hemû amûran bibêje.’ lê hatiye xwarin.”
 
NECEZAKIRIN RÊ LI BER ÎŞKENCEYÊ VEDIKE
 
Bi domdarî Taş diyar kir ku TEM’a Rihayê her tim bi îşkenceyê di rojevê de ye û wiha axivî: “Weke ku tê zanîn li Rihayê ji ewil bûyera Yaylakê derketibû holê. Bêguman beriya wê jî heye. Bi taybet jî ji 2015’an heta 2020’an li Rihayê bûyerên îşkenceyê zêde bûne. Mekanîzmayeke venêrînê nîne û polîtîkaya necezakirinê heye. Hêzên emniyetê jî ji vê hêz digirin û îşkence û miameleya xerab didomînin. Mirov nikare van tiştan bi têgehên hiqûqî vebêje. Îşkence û miameleya xerab bi tu awayî nayê bikaranîn. Ev yek teqez hatiye qedexekirin. Di bi navê OHAL’ê de jî nikarin vê bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome.” 
 
RAPORA BIJÎŞK
 
Di berdewamê de Taş anî ziman ku her 3 welatî piştî binçavkirinê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan û axaftina xwe wiha qedand: “Li yekîneya karûbarên agahîgirtinê hatine sekinandin. Bijîşk jî bêyî ku li welatiyan binêre rapora xwe amade kir. Heta niha jî me nekariye raporê peyda bikin. Em jî vê raporê mereq dikin. Em ê giliyê bijîşkê ku rapor amade kiriye bikin. Me têkildarî îşkence û miameleya xerab de rapora xwe ama de kir û dê bi raya giştî re parve bikin. Di dema lêpirsînê de destûr nedan ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. 2 welatiyên rastî îşkenceyeke mezin hatin, hene. Lê nehiştin 24 saetan parêzerên xwe bibînin. Ev yek nîşan dide ku dê dosya bi zelalî neyê meşandin. Ez ne bawerim ku di vê lêpirsînê de ser îşkence û miameleya xerab bisekinin. Ji ber ku dema kes rastî îşkence û miameleya xerab tên, gelek saziyên dewletê dibînin. Van kesan dibin nexweşxaneyê û bijîşk dibînin, dozger dibîne. Lê ev bi tu awayî nagirin rojeva xwe. Ev yek nîşan dide ku polîtîkaya necezakirinê heye. Me têkildarî van kesan li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kir. Em ê bûyerê ji nêz ve bişopînin.” 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

06/03/2023
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’