Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e

  • rojane
  • 12:18 11 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP’î Alî Kenanoglû bi bîr xist ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kontrolkirina sunniyan hatiye avakirin û anî ziman ku Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan jî pêngava kontrolkirina elewitiyê ye.
 
Bertekên li dijî avakirina Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan a bi biryarnameya nîvê şevê ya 9’ê Cotmehê ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, berdewam dikin. Serokatiya Cemxaneyan a ji hêla nûner û saziyên elewiyan ve nehatiye qebûlkirin “Baweriya civakî veguherîna weke hêmaneke çandî” tê nirxandin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê û yek ji avakarên Federasyona Elewî-Bektaşî Alî Kenanoglû derbarê armanca avakirina Serokatiya Cemxaneyan axivî. 
 
Kenanoglû, bi bîr xist ku Erdogan dema ku hatibû serdana Dergahê Şah Kûlûyê anî ziman ku dê cemxane bi serokatiyekê ve bên girêdan, hin xizmet dê di bin banê vê serokatiyê bên meşandin û wiha axivî: “Têkildarî vê yekê qanûnek li komîsyonê hate nîqaşkirin. Lê belê di vê qanûnê de avakirina serokatiyekê tûne bû. Dema ku me vê yekê ji Cîgirê Wezîrê Çand û Tûrîzmê pirsî ji me re got ku ji bo avakirina serokatiyê hewcehî bi kanûnê nîn e û Serokkomar dikare vê bi biryarnameyekê ava bike.”
 
‘PÊŞIYA NÎQAŞAN HATE BIRÎN’
 
Kenanoglû anî ziman ku wan texmîn dikir piştî nîqaşên di wezaretê hatine kirin dê serokatî di Rojnameya Fermî de were weşandin û dê heman rojê de bê avakirin û wiha axivî: “Dema roja sêşemê têkildarî kanûnê nîqaş didomiyan ji sedî 97 rêxistinên Elewiyan hatin pêşiya Meclisê û çalakî li dar xistin. Çalakvan vê weke “kanûna darbeyê” pênase kirin û banga kişandina vê kanûnê kirin. Wê rojê ev mijar jî di Meclisê de gelek hate nîqaşkirin. Heman şevê ji bo ku pêşî li van nîqaşan bibirin biryarnameyek hate weşandin û serê sibê me dît ku serokatî hate avakirin.”
 
Kenanoglû bi bîr xist ku têkildarî vê qanûnê biryara têkoşînê ya HDP’ê û CHP’ê heye û mafê wan ê bikaranina rêziknameya navxweyî heye û got: “Li aliyekê jî çalakiyên saziyên elewiyan hebû. Ji bo ku vana bidin sekinandin wê şevê biryarname derxistin.”
 
‘DIYANETA ELEWIYAN’
 
Kenanoglû, diyar kir ku ji avabûna komarê heya niha pênaseya “welatiyê baş” tê avakirin, ev yek tenê li ser avakirina tirkên sunnî tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû bawerî û nasnameyên derveyî vê tune hesibandin, li dijî vana polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê meşandin. Ji ber çalakiyên salên demdirêj ên elewiyan dewlet êdî nekarî vê yekê ji berçav rake. Fikirîn kû çawa ji bo derdorên sunnî kontrol bikin Serokatiya Diyanetê ava kirin, îro ji bo kontrokirina elewiyan Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşiyê ava dikin. Hatin asta ku ‘Em nikarin elewîtiyê înkar bikin lê em ê biryar bidin bê ka dê çawa bibe’. Li gorî me ev serokatî ‘Diyaneta Elewîtiyê’ ye. Dê ev sazî elewiyê dewletê ava bike.”
 
DEWLET BERÎ BIÇE BI AKP’Ê DA KIRIN
 
Kenanoglû bi lêv kir ku ew "Pêngava Elewîtiyê" ya AKP’ê weke stratejiya hilbijartinê nabîne û bi bîr xist ku AKP ji elewiyan qet deng nastîne. Kenanaoglû da zanîn ku aqlê dewletê yê yekperest berî ku biçe di salvegera sedsaliya xwe de vê yekê bi AKP’ê da kirin û got: "Dewlet nikare bi CHP bide kirin. Ger CHP’ê vê yekê bikirana dê derdorên misilman qiyametê rakiribûna. Dîsa jî AKP dê di propagandaya hilbijartinê de vê bi kar bîne." 
 
Kenanolû di dawiya axafitina xwe de diyar kir ku elewîtî weke hêmaneke “Çandî û Tûrîzmê” tê dîtin û da zanîn ku ev nêzîkatî bi feraseta hişmendiya yekperestiyê re têkildar e. 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

11/11/2022
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin