Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye

  • rojane
  • 10:11 16 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku NY, sepanên li Îmraliyê bi têgeha “incommunicado” pênase dike û ji bo bidawîkirina van sepanan jî serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê da ne. 

  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê çileyê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û ji 25’ê adarê heta niha tu agahî jê nayên girtin, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi “daxwaza tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 12’ê çileyê de serlêdan red kir û ev biryara xwe jî di 31’ê çileyê de ji parêzeran re ragihand. 
 
Piştî ku AYM’ê serlêdan red kirî, parêzeran vêcarê jî di 3’yê sibatê de bi daxwaza “Çalakiya lezgîn” serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Di serlêdanê de parêzeran cih da raporên CPT’yê yên derheqê Îmraliyê de, rewşa agahî negirtinê û li ser vê yekê jî biryarên beriya niha Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê dabûn bi bîr xistin. Her wiha parêzeran bal kişand ser xalên 7’emîn û 10’emîn ên Peymana Mafên Medenî ya NY’yê ku îşkence û nêzikatiya xerab qedexe dike û banga “çalakiya lezgîn” li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kir ku bikeve nava liv û tevgerê. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk da zanîn ku ji bo ev rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê bi dawî bibe, dê ji vir û şûnde jî serlêdanên bi vî rengî bikin. Ozturk diyar kir ku hewceye sepanên di meriyetê de di zûtirin dem de bi dawî bibin. 
 
 
HEVDÎTINA TELEFONÊ YA DAWÎ
 
Raziye Ozturk anî ziman ku di 14’ê adara 2021’an de derheqê jiyana muwekîlê wan Abdullah Ocalan de li ser medyaya civakî çend agahî hatine parvekirin û wiha got: “Piştî van agahiyan, me her roj bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Di encama serlêdanan de, malbata wî di 25’ê adarê de li ser telefonê pê re axivî. Lê ev hevdîtin di rewşeke awarte de çêbû. Malbatên muwekîlên me çûn Serdozgeriyên Komarê û li wir axivîn. Muwekîlê me Hamîlî Yildirim pîr kîn axîvî. Axaftina birêz Ocalan jî gelek kurt berdewam kir. Dema ku telefon dibirîn, birêz Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan re got ku tişta tê kirin bêhiqûqî ye, divê parêzer ji bo hevdîtinê bên Îmraliyê û bertek nîşan dabû. Jixwe demekî kin piştî vê bertekê jî telefon hatibûn qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu hevdîtin nayên kirin.” 
 
NAVEROKA DOSYAYAN AŞKERA NEKIRIN
 
Ozturk da zanîn ku qutkirina telefonê fikarên heyî zêdetir kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Muwekîlên me yên din Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî axaftina li ser telefonê protesto kirin. Piştî ku telefon hatin qutkirin, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Lê belê bersiva me nehat dayîn. Li ser vê yekê me jî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da.  Lê dadgeriyê, biryara qedexeya 6 mehan a di 12’ê cotmeha 2021’an û ya 3 mehan di 18’ê tebaxê de hatibû dayîn weke hincet nîşan da û ev serlêdan red kir. Me xwest naveroka van dosyayan hîn bibin lê belê bi hinceta ewlekariyê destûr nedan. Bi gotineke din, ev dosya ji me hatin revandin.” 
 
 ‘FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN’
 
Di berdewamê de jî Ozturk diyar kir ku li gorî biryara dadgehê, qedexeya hatiye danîn divê ji muwekîlên wan re hatibin ragihandin û wiha pê de çû: “Lê xuyaye ku yek ji wan jî îtîraz nekiriye. Em dizanîn ku birêz Ocalan ev demekî dirêje di mijara îtîraza li dijî van biryaran bi berteke lewma jî tu îtîrazan nake. Lê belê muwekîlên me yên din di van rewşan de îtîraz dikin. Muwekîlên me heta niha jî li dijî van cezayên dawî tu îtîraz nekirine û ev yek jî fikarên me zêdetir dikin. Serlêdanên me hatin redkirin lewma jî me serî li AYM’ê da.” 
 
SERLÊDANA AYM’Ê
 
Ozturk da zanîn ku bi “daxwaza tevdîrê” serî li AYM’ê da ne û wiha pê de çû: “Heta roja ku me serî li AYM’ê dayî, bûbû 8 meh ku tu agahî ji muwekîlên me nehatiye girtin. Mûwekîlên me bi tevahî hatine îzolekirin û bi awayekî derhiqûqî hem cezayên disiplînê lê tên birîn û hem jî hevdîtinên parêzeran tên qedexekirin. Di serdanên xwe yên berê de CPT’yê ev cezayên disiplînê yên Tirkiyeyê weke pêkanînên xapînok pênase kiribûn û destnîşan kiribû ku ev biryare, biryarên polîtîk in. Di serlêdana xwe de me jî hem qala raporên CPT’yê kir û hem jî me got rewşa nediyar a heyî bandoreke neyînî li ser muwekîl û malbatên wan dike, ji ber rewşa pêşengtiyê ya Ocalan, bandorek mezin li hemû civakê jî dike. Jixwe di serlêdana xwe de me îçtîhadên NY’ê esas girtin.” 
 
REWŞA İNCOMMUNİCADO’YÊ
 
Parêzer Ozturk bi lêv kir ku NY, rewşa mîna ya li Îmraliyê weke “incommunicado” pênase dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Anku, heke mirovek bi tevahî ji dinyaya derve bê îzolekirin, nekare amûrên ragihandinê bi kar bîne û bi tu kesî re nekare têkiliyan deyne, ev pênase tê kirin. Mirov dikare vê têgehê ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê jî bi kar bîne. Jixwe li gorî DMME’yê ev yek îşkence ye. CPT’yê ev rewş beriya niha weke ‘hucreya di nava hucreyê de’ pênase kiribû. Rewşa İncommunicado ji ber ku hem nediyariyeke micid e, hem ji keyfa rêveberiyê re hatiye hiştin û tu venihêrîn li wir nayê kirin, “bi giştî xetereyeke mezin li ser jiyanê çê dike.’ Lewma di serlêdana xwe ya AYM’ê de me ev yek jî diyar kir. Di serlêdana xwe ya AYM’ê de me xwest vê rewşa îşkenceyê bi dawî bikin. Lê belê daxwaza me hat redkirin.” 
 
AYM TENG NÊZ DIBE
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku AYM teng nêzî daxwazên wan dibe lewma jî serlêdanên wan ên ji bo tevdîran red dike û wiha derbirî: “Ji bo ku tecrîd û îşkence bi dawî bibe, muwekîlên me bikarin amûrên ragihandinê bi kar bînin û di gelek mijarên din de me serlêdan kir. Me xwest ku rewşa nediyar a li Îmraliyê bila bi dawî bibe û rê bidin ku em li wir venihêrîn û çavderiyan bikin. A rast, ev daxwazên me ne daxwazên ekstra ne. Tekane daxwaza me ew e ku wekî hemû girtiyan, bila muwekîlên me jî bikarin van mafên xwe bi kar bînin. Nexwe, ya ku tê kirin îşkence ye. Lê AYM’e bi sedema ‘têkildarî rewşa tenduristî û îşkenceyê ya muwekîlan, hinek îdiayên parêzerên wan hene lê belê dema ji rêveberiya girtîgehê hatiye pirsîn, hat gotin ku pirsgirêkek nîne û rewşeke wiha neqewimiye’ daxwaza me red kir.”
 
POLÎTÎKAYA ÎMRALIYÊ BERDEWAM E
 
Ozturk daxuyand ku diviya di nava 3 rojan de daxwaza wan a tevdîrê bihata bersivandin lê belê AYM’ê 36 roj piştre li wan vegeriyaye û ev agahî dan: “Em, van sepan û bêhiqûqiyan weke ‘polîtîkaya Îmraliyê’ pênase dikin. Ev helwesta AYM’ê jî yek ji parçeya vê polîtîkayê ye. Bêhiqûqiya li wir bi rastî jî bi vî rengî dimeşe. Li dijî van biryarên redkirinê, em ê di çarçoveya peymanên neteweyî û navneteweyî de hewldanên xwe yên wiha bidomînin.” 
 
SERLÊDANA ÇALAKIYA LEZGÎN
 
Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser serlêdana ku bo Raporterê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kiribûn û wiha pê de çû: “Me di vê serlêdanê de diyar kir ku zêdetirî 11 meh in em tu agahiyan ji muwekîlê xwe nagirin. Her wiha me qala raporên CPT’yê û îçtîhadê NY’yê jî kir. Li ser vê bingehê jî me bi daxwaza “bila bi awayekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê’ serlêdan kir. Ji ber ku peywira Raportorê Taybet ew e ku pêşî li îşkenceyê bigire. Ya rast divê hêj îşkence nehatiye kirin rê li ber bigire. Lê belê di halê hazir de niha îşkence heye. Û hewldana me jî ji bo wê ye ku êdî dawiyek li vê îşkenceyê bê anîn.” 
 
'HEWLDANÊN ME DÊ BIDOMIN’ 
 
Ozturk da zanîn ku Raportê Taybet dibe ku ji vê astê û şûnde ji hikûmetê re nameyeke îdiayan binivîse û wiha daxuyand: “Dibe ku di vê nameyê de bixwaze îdiayên heyî bên bersivandin, pêşî li îşkenceyê bê girtin û girtî bên parastin. Di rewşeke wiha de Wezareta Karên Derve neçare ku di nava 60 rojan de bersivê bide. Heke bersivê bide jî dê Raportorê Taybet van agahiyan bide me. Yek ji peywirên raportor ew e ku biçe li wir lêkolînan bike. Lê di vê mijarê de heta niha tu agahiyek ji me re nehatiye şandin. Komîsyonên jêr ên NY’yê jî di nav de, ji bo ku bi lez û bez pêşî li vê rewşa heyî bê girtin, me serî li hemû komîsyonan da û daxwazên xwe anîn ziman. Dê hewldanên me yên hiqûqî berdewam bikin.” 
 
'DAXWAZA ME AZADIYA OCALAN E’
 
Parêzer Raziye Ozturk destnîşan kir ku divê Tirkiye êdî li gorî makeqanûnan tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew e ku bi hiqûqa xwe bikin. Bêguman daxwaza me ya sereke azadiya muwekîlên me ye. Lê qet nebe, di rewşa heyî de bila bi qanûnên xwe bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Tecrîda li ser Ocalan nîşan dide ku komploya 15’ê Sibata 1999’an hêjte tê domandin. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê re jî bisînor namîne. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Heke deriyên Îmraliyê bên vekirin, bawerim dê tevahiya civakê bêhneke rehet bigire. Lewma ji bo rakirina tecrîdê divê di her qadê de hewldanên girîng hebin.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

16/02/2022
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe