NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan û Qoserê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 jî hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê li Mêrdîn, Amed û Wanê avêt ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Qosera Mêrdînê polîsan bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan de girt û deriyê mala wê şikandin û ketin hundir. Tanirgan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, hat binçavkirin. Hat zanîn ku dê Tanirgan bibin Amedê.
WAN
Polîsan li Wanê jî bi ser gelek malan de girt. di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 astengdar e kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
AMED
Li Amedê jî polîsan serê sibê avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Diyar Sîncar û Nurullah Ozgurn, Şêhmus Doku û Mazlum Kardaş kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her çar kesan birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Hat gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.