Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin

  • rojane
  • 10:56 11 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Di ser operasyona Garê re ku bi fiyaskoyê encam bû salek derbas bû. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu got: “Beriya ku kesî jiyana xwe ji dest bida çareserî dikaribû bihata dîtin.” 

Di serdema AKP’ê de civîna herî dirêj a Desteya Ewlehiyê ya Millî (MGK) di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatibû lidarxistin. Di vê civînê de biryara şer wek “Plana Têkbirinê” hatibû dayîn. Bi vê biryarê re di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat qedandin û pêvajoya şer ket dewrê. Piştî şer dest pê kir li dijî siyaseta kurd binçavkirin û girtinan, operasyonên derveyî sînor, zext, êrişên balafiran, êrişên bi ÎHA û SÎHA pêk hatin. Di van 7 salên dawî de şerek giran qewimî û di encama îro gihîştiyê de jî krîzên aborî, civakî û siyasî xwe didin der û kûr dibin. 
 
Di civakê de her çiqas li dijî polîtîkayên ewlekariyê nerazîbûn tên nîşandan jî lê îktidarê ji nedîtî ve tê û di polîtîkaya şer de israr dike. Li ser fermana îktidarê sala par di 10’ê sibata 2021’an de li dijî devera Garê ya Başûrê Kurdistanê ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê di pêvajoya destpêka şer de hatibûn desteserkirin, operasyon da destpêkirin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 8’ê sibata 2021’an de gotibû dê du roj şûn ve “mizgînî” bide û derket holê ku ev mizgîniya wî operasyona Garê bûye. 
 
MUXALEFET LI DIJÎ OPERASYONÊ DERKET 
 
Di encama operasyona 4 rojan de 13 leşker û polîsên ên hatibûn desteserkirin di operasyona leşkerên Tirkiyê de hatin kuştin. Di 14’ê sibatê de kuştina van leşker û polîsan hat ragihandin. Li ser vê operasyonê û kuştina van polîs û leşkeran gelek nîqaş di navbera îktidar û muxalefetê de hatin kirin. Muxalefetê nerazîbûn nîşanî îktidarê da ku digotin dikaribû ku ev leşker û polîs sax bihatana radestkirin. 
 
ÎKTIDARÊ XWEST HDP’Ê SÛCDAR BIKE
 
Îktidarê xwest ku neserkeftina xwe ya di operasyonê de bixe stûyê muxalefetê û bi taybetî HDP’ê. Îktidarê xwest HDP’ê sûcdar bike û wisa kêmasiya xwe veşêre. Lê HDP’ê nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê da. 
 
SOYLU HDP Û ÎHD’Ê KIR HEDEF 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di axaftina li Desteya Meclîsê de HDP’ê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) kir hedef û xwest têkçûna di operasyona Garê de bixe stûyê HDP’ê û ÎHD’ê. 
 
ÎDIAYA ÎNFAZÊ HEYE 
 
Dîmenên şikefta ku 13 polîs û leşker lê hatin kuştin û bi 41 balafirên şer hatibû bombebarankirin hatin weşandin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) van dîmenan bi raya giştî re parve kir û hat gotin ku ew leşker û polîs hatine înfazkirin. Di dîmenan de şûna bombebaranê û enkaza şer mabû. Her wiha dihat gotin k udi operasyonê de gaza bi jehrî jî hatiye bikaranîn. 
 
PARLAMENTERIYA GERGERLÎOGLU BETAL KIRIN 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu diyar kiribû ku divê divê îktidar di operasyona Garê de hesab bide raya giştî. Ji ber vê daxuyaniyê parlamenteriya Gergerlîoglu hat betalkirin û pişt re hat girtin. Piştî neheqiyên hatin kirin darazê paş ve gav avêt û parlamenteriya Gergerlioglu lê hat vegerandin. Gergerlîoglu bi minasebeta salvegera operasyona Garê ji ajansa me re axivî. 
 
‘TIŞTA JI DESTÊ ME HAT ME KIR’ 
 
Gergerlîoglu bi bîr xist ji bo leşker û polîsên di operasyona Garê de hatin kuştin serbest werin berdan û bi saxî bigihînin malbatên wan li pey çareseriyê ketibûn û got: “Malbatên leşkeran serî li partiya me û serî l imin dan. Me hewl da ku em her tiştî bikin. Ji bo dawî li vê zehmetiyê bê û ji bo leşker bigihîjin malbatên xwe me têkoşîn da. Her çiqas me bi qasî ku ji destê me hat anîn rojevê jî lê mixabin di encamê de leşker hatin kuştin. Bêyî wê çareserî dikaribû bihata dîtin. Leşkerên ku beriya niha gelek caran dîl hatibûn girtin, beriya ku tiştek bê serê wan, bi malbatên xwe re hatin cem hev. Dikaribû ev yek ji bo leşkerên jiyana xwe ji dest dan jî bihata kirin.”
 
‘AŞTÎ HÊJ PÊKAN E’ 
 
Gergerlîoglu diyar kir ku ew weke partî di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka kurd bi aştî û mafên mirovan çareser dibe û wiha got: “Dibe ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Mirî venagerin, lê aştî pêk tê. Aştî hê jî pêkan e. Rêya aştiyê hîn jî dikare were dîtin, ji bo vê jî divê em hemû têbikoşin. Em naxwazin êdî dê û bav bigirîn an jî canên me werin kuştin. Em dixwazin li vê xakê di nava aştî, aramî û biratiyê de jiyana bi hev re hebe. Em di qada siyasetê de li çareseriyê digerin. Tevî van hemûyan jî hêviya me heye ku em ê aştiyê pêk bînin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

11/02/2022
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn