‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’

  • rojane
  • 09:37 11 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nesrîn Hisên anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava bi plankirîbûn, ev yek bi hevdîtina Barzanî û Erdogan re careke din ispat bû û got: “Barzanî spasiya Erdogan kir ku êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kiriye. Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû."
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de bi awayekî hemwext êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bombebarana ku zêdetirî 4 saet û nîvan bênavber berdewam kir, li Mexmûrê 2 kes, li Şengalê 3 kes û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Derikê, Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Qesra Serokkomartiyê ya li Enqereyê hevdîtin pêk anî bûn. Piştî vê hevdîtinê jî Serokkomarê AKP'î Erdogan li ser êrişan axivîbû û gotibû ku mala Barzanî her roj bi helwestên xwe yên cuda xwe îspat dikin. Ev nirxandina ku ji aliyê Erdogan ve hatiye kirin careke din xuya bû ku PDK hevkariya êrişan dike.
 
 
Nirxandin û bertekên li ser hevdîtina Erdogan û Barzanî berdewam dikin. Liv û tevgera hewayî ya Tirkiyeyê li herêmê dewam dike. Rojnamevan Nesrîn Hisen ku li Şengalê rojnamevaniyê dike têkildarî êrişên Tirkiyeyê û helwesta hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî. 
 
'TÊKÇÛYINA DAIŞ'Ê TIRKIYEYÊ HÊRS DIKE' 
 
Hisên, anî ziman ku cihên pergala xwerêveberiyê xwe lê birêxistin kirine hedef tên girtin û Tirkiye bi êrişan dixwaze ku ji xwe re qadan veke û wiha axivî: “Êrişên ku beriya niha pêk hatin jî ne tenê bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hatin. Ji xeynî DAIŞ'ê di van êrişan de destê gelek hêzên dîtir hebûn. Van hêzan dixwest ku DAIŞ'ê careke din li herêmê birêxistin bikin. Di wan êrişên DAIŞ'ê de tiliya dewleta tirk û PDK' hebû. Çimkî DAIŞ'ê nedikarî ku bi tena serê xwe êrişeke bi vî rengî pêk bîne. Xwestin ku li Şengalê fermana 74'an bi destê DAIŞ'ê pêk bînin. Û li Rojava jî qirkirinekî bikin. Lê belê berxwedana QSD'ê nehişt ku ew êriş pêk werin. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke gelek mezin hat dayin. Dewleta Tirk dixwest ku di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê qirkirinekî pêk bîne. Lê negihişt armanca xwe. Ji ber wê jî kîn û hêrsa wan zêdetir bû. Şervanên QSD'ê Rojhilata Navîn ji belaya DAIŞ'ê xelaskirin. Gelek bedelên giran hatin dayîn. Lê belê dîsa jî di berxwedanê de gav paş ve neavêtin û DAIŞ bi ser neket. Ji ber vê yekê jî hêrsa dewleta tirk zêdetir bû. Lê tevî hemû êrişên wan jî gelê Şengal û Mexmûrê gav paş ve neavêt. Ji xwe piştî ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê têk çû dewleta tirk êrişên xwe zêdetir kirin. Li ku derê pergala xwerêvebirinê hatibe avakirin dewleta tirk êriş diber wê derê. Dewleta Tirk dijminatiya cihên xwerêveberiyê dike. Ji ber ku dixwaze her tiştekî bike bin kontrola xwe de."
 
'HEDEF FIKR Û RAMANÊN OCALAN E' 
 
Hisên, bi lêv kir ku sedema bingehîn a êrişan avakirina modela rêveberiya xweser a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ji sala 2017'an vir ve êrişên wan ê hewayî zêdebûne. Ji wê salê heta niha dewleta Tirk ji sedî 90’ê Şengalê bombebaran kiriye. Dewleta tirk êdî bûye dijminê êzidiyan. Ji wê salê heta niha bi balafiran êriş dike. Êrişên xwe zêdetir dike. Ji ber ku Şengal ciheke stratejîke û cihê vîn û berxwedanê ye. Di her êrişekî de pêşengên civaka êzidî hedef digirin. Bi taybetî piştî fermanê keç û xortên êzîdiyan xwe bi rêxistin kirin. Êzidiyan xwe li dora fikr û ramanên birêz Ocalan birêxistin kirin. Ji ber ku fikr û ramên birêz Ocalan di nava civaka êzidî de belav bû êriş zêde bûn. Dizanin ku ev civaka xwe li ser fikrekî birêxistin û perwerde dike. Loma civaka êzidî weke dijmin dibîne û hedef tê nîşandan. Êdî êzidî ne êzîdiyên berê ne. Di nava Şengalê de berxwedaneke mezin tê dayin."
 
'JI BO KU PEYMANÊ PÊK BÎNIN ÊRIŞ DIKIN' 
 
Hisên, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser “Peymana 9'ê Cotmehê ya Hewlêr û Bexdayê” û got: "Dewleta tirk van êrişan bi tena serê xwe pêk nayîne. Peymana 9'ê Cotmehê di navbera Kazimî, PDK'ê û dewleta tirk de çêbû. Heger peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin wê rastî berxwedana êzidiyan bê. Ji bo ku peymana 9'ê cotmehê pêk bînin êriş dikin. Dixwazin ku bi êrişan êzidiyan tune bikin. Di sala 2014'an de PDK di Şengalê de bû. Lê tu parastina Şengalê nekir. PDK'ê pişta xwe da êzidiyan. Dixwazin ku bi peymana 9'ê cotmehê re zarokên êzidiyan ê YBŞ, Asayîşa Êzidxan tune bikin. Dixwestin ku qirêjiya xwe li ser civaka êzidî bidin meşandin. Piştî fermanê gelek êzidî koçberî Başurê Kurdistanê bûn. Êzidiyên ku di wargehên PDK'ê de dimînin li ser wan gelek zext û zordariyên PDK'ê hene. "
 
'CIWAN LI DORA FIKRA OCALAN BIRÊXISTIN DIBIN' 
 
Hisên da zanîn ku êzidî li dijî her êrişekî xwe birêxistin û perwerde dikin û wiha domand: "Hêzên Kazimî li Şengalê ji bo êzidiyan zehmetiyên giran derdixînin. Li tu deverên cîhanê nehatiye ditin ku hikûmetek hêzên xwe li gundan belav kirine. Bi hêceta ku em ê pêşiya her pirsgêrekekî bigirin hatine Şengalê. Lê belê xelkê Şengalê bi xwe jî dibîne ku zext û zordarî li ser wan tê kirin. Ciwanên êzidî ku tiştek jî nekirin tên girtin. Hebûna hêzên Kazimî li Şengalê bûye weke sala 2014'an hebûna hêzên Barzanî li Şengalê. Destê Kazimî û PDK’ê di her êrişeke dewleta tirk de heye. Niha li Şengalê hikûmeta Kazimî heye. Lê di nava wan de îstîxbarata Tirk jî heye. Di hemû pirsgirêkên ku hêzên Iraqî li Şengalê derdixin de Tirkiye heye. Civaka êzidî ji dîrokê heta niha tu caran serê xwe netewandiye. Li ser Şengalê êriş hene. Lê belê li hemberî vê berxwedanek heye. Êzidî natirsin û wê tu carî netirsin jî. Ciwanên êzidî li hemberî van êrişan xwe bi perwerde û birêxistin dikin. Ciwanên êzidî li dora fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin dibin." 
 
'ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛN' 
 
Hisên, destnîşan kir ku bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan nayê qebûlkirin wîha axivî: “Hikûmeta Iraqê û PDK hevkarên êrişan in. Tirkiyeyê êrişî ser baregeha 80'ê ya Haşdî Şabî kirin.  Ev rûreşiya Iraqê ye. Iraq li hemberî van êrişan xwe bêdeng dike. Lê ev cara yekeme ku hikûmeta Iraqê li hemberî êrişên li ser Şengalê xwe bêdeng dike. Kî bibe hevkarê dewleta tirk bila bibe. Bila bê zanîn ku Êzidî ji tu zext, gef û êrişan natirsin. Civaka êzidî êdî xwe bi rêxistin kiriye. Heta niha li hemberî her planeke qirêj berxwedanek daye meşandin. Bêgûman dewleta tirk tu êrişan bi tena serê xwe pêk nayîne. Her êriş bi plankirî tê kirin. Lê civaka êzidî wê serê xwe li hemberî êrişan netewîne." 
 
'HEVDÎTIN SPASIYA ÊRIŞAN BÛ' 
 
Hisên bal kişand ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re û got: "Piştî ku ev êriş li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê çêbûn Neçîrvan Barzanî bi Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtina Barzanî ya bi Erdogan re spasiyek bû. Barzanî spasiya Erdogan kir ku êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kiriye. Ev wêneyê wê yekê bû. Ji Barzanî re şerm bû. Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû. Ev hevdîtina di paşerojê de êrişek çawa dikare were kirin, hate nîqaşkirin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

11/02/2022
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn