Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin

  • rojane
  • 14:33 10 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de bêyî ku parastinên siyasetmedaran bi dawî bibe derbasî îfadeyên miştekî bû û zextan li ser miştekiyan kir ku bibin gazinker. 

Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê piştî navbera rojekê di roja 7’emîn de îro berdewam kir. Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û rêveberên navenda giştî yên HDP’ê jê tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîna ku 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Rêveber û parlamenterên HDP’ê danişînê dişopînin. Gelek parêzer jî di danişînê de amade ne. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê ne li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên din in bi riya Pergla Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedaran hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyan, ewraqên hatibûn hatin xwendin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ji ber hêcet nîşan dabû, beşdarî danişînê nebû û diyar kiriye ku ew ê paşê parastina xwe berdewam bike. Serokê dadgehê diyar kir ku di vê rûniştinê de 3 miştekiyên li girtîgehê ne dê werin guhdarî kirin. 
 
LI DIJÎ QANÛNÊ YE 
 
Parêzer Veysî Eskî diyar kir ku bêyî ku parastina Bulent Parmaksiz bi dawî bibe girtin îfadeyên miştekî li dijî Qanûna Cezayê Dadgehê ye û xwest ev yek neyê kirin. Eskî xwestin miwekîlên wan werin berdan. Dadger daxwazê red kir. 
 
Parêzer Mavîş Aydin jî xwest niha îfadeyên miştekiyan neyê girtin. Dadger daxwaza wê jî red kir. 
 
DI GUHDARIYA MIŞTEKIYAN DE ISRAR KIR 
 
Serokê dadgehê tevî biryara navberê ku ji berê ve hatiye danîn jî di guhdariya miştekiyan de israr kir û bertek nîşan parêer û siyasetmedaran da. Dadger daxwaza axaftina siyasetmedaran jî red kir û dest bi guhdariya miştekiyan kir. 
 
BI ZEXTAN BÛ GAZINKER 
 
Pişt re jî îfadeyên Mustafa Akbulut ê li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T’yê tê ragirtin hat girtin û bi zextan ew bû gazinker. 
 
 ‘EWILÎ BÛ GAZINKER PIŞT RE JÎ GAZINKERIYA XWE PAŞ DE KIŞAND 
 
Selahattîn Demîrtaş ket navberê û pirs ji miştekî kir. Li ser pirsên Demîrtaş, miştekî Akbulut ji dest ji gotinên xwe berê berda û got ew ji kesên li eywanê amade ne gazinker e û ji yên wesayîtê qelibandine gazinker e. 
 
MIŞTEKÎ NEBÛN GAZINKER 
 
Melîk Dogan ê miştekî jî axivî û got ew kesî nas nake û ji kesî ne gazinker e. 
 
Serdar Îdîm ê miştekî jî îfadeyên wî hatin girtin û wî jî got ew ji kesî ne gazinker e. 
 
Herî dawî Kadîr Azman ê miştekî îfade da û ew jî ji kesî nebû gazinker. 
 
‘JI BO GAZINKERIYÊ LÎSTIK TÊN KIRIN’ 
 
Piştî îfadeyên miştekiyan Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel axivîn û diyar kirin ku ji bo ku miştekî bibin gazinker her cûre lîstik tên kirin û li ser wan îdiayên bêbingeh hene û ew ne li benda edaleta darazek wiha ne. Tuncel da zanîn ku wê rojek edalet ji darazê û îktidarê re jî lazim were. 
 
Piştî axaftinan dadger navberê da danişînê. 
 
 
 

Sernavên din

11/02/2022
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn