Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin

  • rojane
  • 09:03 10 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Şaxa Enqereyê Mahîr Ûslû, got: "Midûrê her girtîgehekê li gor xwe pîvanan datîne. Lê hêleke wan a hevpar heye; hiqûqa dijminatiyê." 

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Mahîr Ûslû, têkildarî binpêkirinên mafan ên sîstematîk li gelek girtîgehan hevdîtin bi girtiyan re kir. Ûslû herî dawî serdana Girtîgeha Sîncanê kiriye. 
 
Ûslû, destnîşan kir ku pirsgirêka herî berbiçav konsepta girtîgehên nû yên di bin navê "ewlehiya bilind" de hatine çêkirin. Ûslû, anî ziman ku di warê derûnî de tahde li girtiyan tê kirin û li girtîgehan tecrîdeke mezin heye. 
 
Ûslû got: "Hucreyên yekkesî hene. Dixwazin pergala girtîgehê ya Amerîkayê pêk bînin. Gava daxwazek girtiyan hebe, bi bûtonê bi gardiyanan re diaxivin. Rojê tenê di dema xwarinê û hewadariyê de hev du dibînin. Girtî dibêjin, qet nebe di hucreyên li kêleka hev de bin dê karibin alîakriya hev du bikin. Mafê wan ê herî xwezayî tê binpêkirin. Konsepteke bi hurgulî hatiye çêkirin. Ez wisa difikirim paşê dê girtîgehên din jî wisa bikin." 
 
DERMANÊN WAN NADIN WAN
 
Ûslû, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî. Ûslû, destnîşan kir ku nexweşînên wekî KOAH'ê yên giran li girtiyan peyda bûne. Ûslû, anî ziman ku her nexweş divê li nexweşxaneyên tam bi rêk û pêk bên dermankirin û got: "Dev ji nexweşxaneyê berde, dermanên wan jî nadin wan. Gava didin jî kêm didin. Girtiyên nexweşîna şekir bi wan re hene, divê xwarina wan cuda be, lê diçin xwarina ku didin tevahiya girtiyan didin wan jî." 
 
‘NAYÊN DERMANKIRIN’
 
Ûslû got: "Pençeşêra qirikê bi girtî Yûsûf Akşî re heye. Akşî, 28 salî ye. Orta qirika wî qul kirin û ji bo dermankirinê ew şandin Enqereyê. Nêzî salek bi şûn de ji bo dermankirinê ew derxistin. Lê hê jî di beşa awarte de ye." 
 
Ûslû, destnîşan kir ku îqtidara niha astengkirina dermankirinê veguherandiye awayekî cezakirinê û bi awayekî sîstematîk girtiyan tedawî nake. 
 
Ûslû, li ser raporên ATK'ê jî sekinî û wê wekî "perçeyeke organa cezakirinê ya dewletê" pênase kir. Her wiha Ûslû, ji bo desteyên çavdêriyê yên girtîgehan jî ku bi hincetên kêfî înfazên girtiyan dişewitînin jî got: "Ev deste cihêkariyê dikin. Demildest divê bên betalkirin." 
 
DIVÊ MIDÛRÊN GIRTÎGEHAN BÊ REHABÎLÎTEKIRIN
 
Ûslû, destnîşan kir ku AKP nikare tu pirsgirêkeke girtîgehan jî çareser bike û got: "Midûrên girtîgehan, gardiyan hemû hatine bijartin. Divê hemû bên rehabîlîtekirin. Gava em û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê em çûn girtîgehan, girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan nehatine birîn xistibûn hucreyan. Me ji midûrê girtîgehê pirsî. Midûr got, 'Ma bila ew ode vala bimînin. Ma ez şîrîn baba me.' Ev kes niha Midûrê Girtîgeha Afyonê ye." 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Ûslû, bilêv kir ku hiqûqeke giştî tune ye û midûrê her girtîgehê li gor xwe pergalek çêkiriye û got: "Girtî ancax mehê carekê dikarin pirtûkan wergirin. Gava hûn diçin girtîgeheke din hûn dibînin midûrek pirtûkxaneyek dêwasa çêkiriye. Li girtîgeheke din, li ortê kulîlk filan hene. Her midûrek li gor dilê xwe tevdigere. Lê hêleke wan a hevapr heye; hiqûqa dijminatiyê pêk tînin û ji bo vê hatine bijartin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ûslû, di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir û got, partiyên siyasî yên di meclîsê de divê ji bo tiştên li girtîgehan diqewimin hîn bêtir tevbigerin. 

Sernavên din

11/02/2022
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn