MÊRDÎN - Li navçeya Dêrika a Mêrdînê, gelek kes li hev civiyan û fatoreyên zêde yên ceyranê şermezar kirin.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, bi sedan kes li navenda sûkê li hev civiyan û zema ceyranê şermezar kirin. Girseyê timik dûrişmeya "DEDAŞ'a diz" berz kirin û meşiyan. Rexmî astengkirina polisan jî girseya ku fatoreyên ceyranê di destê wan de meşiya û zema ceyranê şermezar kir.
Dema ku girse dimeşiya navenda sûkê polisan bi gaza îsotê êrişî girseyê kir. Gelek kes bi gaza îsotê ketin û rewşa wan ne baş bû.