Nava Sûrê kirin herêma rantê

img
AMED - Li navçeya Sûrê dikanên ku li taxên hatin serobinokirin hatin çêkirin bu usûla vexwandinê pêşkêşî sermayedaran tên kirin. Hevseroka Odeya Mîmaran Selma Aslan got: "Navçe kirine herêma rantê." 
 
Li navçeya dîrokî Sûr a Amedê, piştî qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de hatibûn ragihandin, 6 tax hatibûn serobinokirin. Avahî û dikanên li van taxan tên çêkirin li ber qedandinê ne. Li Taxa Hasirliyê 52 dikan hatin çêkirin. Li gor projeya ewil dê li taxê xanî bihatanan çêkirin, lê paşê proje hat guherandin û ji dêvla xaniyan dikan hatin çêkirin. Dê dikanên li taxê hatine çêkirin di 10'ê Sibatê de bi usûla vexwandinê bên pêşkeşkirin û bi kirê bên dayîn. 
 
TENÊ JI SERMAYEDARAN RE ŞANDIN
 
Îhaleya van dikanan dê ji aliyê Şîrketa Xizmet û Bazirganiyê ya Rêvebiriya Emlakê ya girêdayî TOKÎ'yê bê kirin. Şîrketê ji bo van dikanan vexwendname tenê ji sermayedarên bajêr re şandine. Di vexwendnameya hatiye şandin de kirêya herî kêm ya van dikanên ku derî mîmariya bajêr hatine çêkirin ji 8 hezaran dest pê dike û heya 17 hezaran diçe. Her wiha ji bo îhaleyê wekî temînat jî herî kêm 30 hezar TL û herî zêde jî 100 hezar TL tê xwestin. 
 
MEXDÛRIYET
 
Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan, bertek nîşanî vê da. Aslan, bibîr xist ku li Sûrê di bin navê "îstimlaqkirina lezgîn" de 3 hezar û 500 avahî hatine xerakirin û got: "Piştî şer, avahiyên texrîb bûbûn hebûn. Ev avahî xera nebûbûn. Piraniya avahiyan piştî şer hatin xerakirin. Nêzî 6 salan ketin û derketina qadê qedexe bû. Haya kesî ji xebatên çêkirina avahiyên wir tune bû." 
 
Aslan, diyar kir ku avahiyên ketine ber îhaleyê pêşî dê wekî xanî bihatanan çêkirin, lê paşê proje hatiye guherandin û ji dêvla xaniyan qadên bazirganiyê hatine çêkirin. Aslan, destnîşan kir ku peymana bi xwediyên milkan re hatiye çêkirin ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve bi awayekî yekalî hatiye fesixkirin. Aslan, bilêv kir ku xwediyên milkan hatine mexdûrkirin û got: "Niha qad veguherandine qada bazirganiyê, herêm kirin herêma rantê. Niha jî îhaleya wan deran çêdikin." 
 
ÎHALEYA RANTÊ
 
Aslan, bal kişand ser rewşa civakî-aborî ya li Sûrê jî û got: "Em ferz bikin hûn li bajêr qadeke baizrganiyê diafirînin û dixwazin bajar bi pêş bikeve. Lê divê hûn vê planêli gor derdora herî xizan a bajêr bikin. Ji dêvla vê hûn radibin wir dikin qada rantê û pêşkêşî şîrket û fîrmayên mezin dikin. Ev cihê fikaran e." 
 
Aslan, destnîşan kir ku tenê sermayedar dawetî îhaleyê hatine kirin û got: "Gava dibêjin marke, gelo ên xwecihî çi qasî di nav vê de ne? Ger fîrmayên xwecihî daxilî îhaleyê bibin, nexwe 100 hezar TL temînat pir zêde ye. Gelo yên van dikanan bistînin berê hatine diyarkirin yan na? Em ê di 10'ê Sibatê de bibînin. Em wisa difikirin ku ev ji bo rantê hatine çêkirin û fîrmayên xwecihî yên Amedê daxilî nav nehatine kirin."
 

Sernavên din

08/02/2022
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin