* Jinên aktîvîst, siyasetmedar, hunermend û lîstikvan ên ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk were berdan kampanya îmzeyan dane destpêkirin gotin: “Divê polîtîkayek wêrek were şopandin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin.”
* Hevberdevka DBP'a Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga têkildarî tecrîdkirina Ocalan de got: "Heke lêgerînek îqtidarê ya çareseriyek demokratîk hebe, ev bi vekirina deriyên Îmraliyê dikare were çareserkirin."
* Koçerên ku xwedî 16 hezar serî keriyê pez in 10 roj in ava wan hatiye qutkirin û bi zehmetiyên mezin re rûbirû mane. Koçeran bertek nîşanî qutkirina avê dan û gotin: "Av tune ye ku em nimêj jî bikin. Zarokên me hemû neşûştî ne. Pezê me tî maye."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 336'emîn de berdewam bike.
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê wê ji bo kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin bernameya bîranînê li dar bixe. (11.00)
* OHD, Çûkûrova TUAY-DER û ÎHD'ê wê rapora têkildarî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê amade kirine li avahiya OHD'a Mêrsînê eşkere bikin. (12.00)
* Meclisa Jinan a HDP'ê wê têkildarî zextên li ser siyasetmedarên jin li avahiya HDP'a Amedê daxuyanî bide. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê û Baroya Wanê dane destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-16.00)