Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim

img
ENQERE - Zaroka bi navê Helîn Hasret Şen di êrişa wesayîteke bizirx de jiyana xwe ji dest da. Dayika Helînê, Nazmiye Şen diyar kir ku dê heta dawiyê li pey edaletê bigere û xwest ku hemû kes xwedî li doza Helînê derkeve.
 
Mêvanê vê hefteyê yê bernameya parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku di OFG TV’yê de tê weşandin, dayika Helîn Şen bû. Helîn Hasret Şen li Amedê di encama gulebarana wesayîteke bizirx de hatibû qetilkirin. 
 
Gergerlîoglu ji bo şopandina doza Helîn Hasret Şen çûbû Amedê û diyar kir ku ev 6 sal û nîvin hewl didin vê dozê bişopînin. 
 
‘KEÇA MIN LI CIHÊ ÊRIŞÊ REHMET KIR’
 
Nazmiye Şen qala qetilkirina keça xwe ya di demên qedexeya derketina kolanan de kir û wiha got: “Parêzer gelek li pey geriyan heta karîn dozê vekin. Lê kujerê keça min nehat girtin. Ez dixwazim ku edalet pêk bê. Hêvî û daxwaza min ew e ku cezayê herî giran li kujerê keça min bê birîn.” 
 
‘EM JÎ LI GEL WÊ KUŞTIN’
 
Dayika Şen da zanîn ku kurê wê Kadîr Şen hêj jî travmaya wê rojê derbas nekiriye û wiha domand: “Kadîr wê demê 9 salî bû û li gel psîkiyatran tedaviyê dibîne. Keça min Cennet ku wê demê 3 salî bû, ji xwîşka xwe gelek hez dikir. Ew jî tedawiyê dibîne. Bandoreke mezin li jiyana me kir. Jixwe êşa zarokê mirov nayê vegotin. Ji bo her zarokekî xwe têkoşîneke cuda didim. Xwîşka wan tê bîra wan û êş dikişînin. Rewşekî gelek zehmet e. Ne tenê Helîn lê em jî bi wê re kuştin.” 
 
‘XWEDÎ LI DOSYAYA HELÎNÊ DERKEVIN’
 
Dayika Şen destnîşan kir ku dê heta dawiyê li pey edaletê be û xwest ku hemû kes xwedî li dosyaya Helînê derkeve. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn jî da zanîn ku piştî komkujiyê biryara nepenî û bisînorkirinê ji bo dosyayê hatiye dayîn û ev agahî dan: “Me û dayika Helînê di van 4 salan de gelek caran bi dozgeriyê re hevdîtin kirin. Lê encamek jê derneket. Piştî amadekirina îdianameyê, haya me ji delîlên di dosyayê de çêbû. Di îdianameyê de fîşek, qalikên fîşekan û delîlên cuda nehatine komkirin û parastin. Ji ber ku ev delîl nehatine komkirin, lêkolîneke krîmînal jî nehatiye kirin. Axaftinên li ser bêtêlê û dîmenên wesayîta zirxî yên xav nexistine dosyayê. Cara ewil dosya ji hêla dozgeriya têkildar re bi sedema ‘kuştina mirovan a biqusûr’ hate vekirin. Lê belê dadgerê dadgeha cezayên esliyeyê dosya lêkolîn kir û got ku divê herî kêm bi sûcê ‘kuştina mirovekî ya bi qesdî’ doz bê vekirin û xwest ku doz li dadgeha cezayên giran bê dîtin. Piştî 4 sal û nîvan jî dosya şand dadgeha cezayên giran.”
 
DANIŞÎNA DOZÊ SALEK PIŞTRE ÇÊBÛ
 
Zeytûn anî ziman ku di dema dozê de destûra lêpirsîna derheqê polîs de nehatiye dayîn lewma jî doz sekinî û wiha pê de çû: “Lê di sibata 2011’an de destûra lêpirsînê hat dayîn û salek piştre doz dîsa çalak bû. Di vê danişînê de me, di şexsê doza Helînê de sepanên di dema qedexeya derketina kolanan de li pêşberî dadgehê îfşa kirin. Her wiha hem dayika wê û hem jî wek kesekî ku şahidiya bûyerê kirî, îfadeyên me li dosyayê hatin zêdekirin. Di vê navberê de dîmenên wesayîta zirxî jî xistin nava dosyayê. Di dîmenan de aşkera bû ku bi awayekî keyfî gule li welatiyan hatiye rewşandin.” 
 
GIRTEKA GERÎNENDETIYÊ EWLEKARIYÊ  
 
Têkildarî girteka Gerînendetiya Ewlekariya Bajêr a Amedê ya derheqê bûyerê de jî Zeytûn ev agahî dan: “Di girteka gerînendetiya ewlekariyê de jî xuya dibe ku wê rojê tu giliyek an jî çalakiyek nebû. Di girtekê de aşkeraye ku kiryar Helînê hedef digire, bi zanebûn gule lê reşandine û kuştî ye. Di dîmenên wesayîta zirxî de kameraya termal a çeka kujer jî heye. Di wê kamerayê de xuya dibe ku li qederê 150-200 mîtroyan zindiyek heye, bi wê kamerayê dikare bê tesbîtkirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîna îdarî hatiye kirin, cezayê du salan rawestandina qidemê hatiye dayîn. Lê tevî vê yekê jî ev kes hêj li ser peywira xwe ye.”
 
Her wiha Gergerlîoglu jî bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo edaletê çi ji destê wan bê dê bikin. 
 

Sernavên din

03/02/2022
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû