MÊRDÎN -Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serdana Huseyîn Bîlge kirin. Bîlge, piştî 30 salan di 23'yê Kanûna 2021'ê de ji girtîgehê derketibû.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serdana Huseyîn Bîlge kirin ku Bîlge piştî 30 salan di 23'yê Kanûna 2021'ê de ji Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan derketibû. Endamên partiyê jî ji bo serdanê bi Aydenîz û Keskîn re çûn Qosera Mêrdînê. Bîlge û malbata wî li ber derî Aydenîz û Bayindir pêşwazî kirin û bêhnekê li ser girtîgehê sohebt kirin.
Piştî serdanê hevserokên giştî derbasî Amedê bûn.