ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr Dipuo Letsatsi-Duba kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr Dipou Letsatsi-Duba kirin.
Heyeta HDP'ê ji ber wefata serokê Komîsyona Lihevkirin û Rastiyê ya Efrîkaya Başûr Desmond Tutu sersaxî ji Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr re xwest.
Dostê kurdan Desmond Tutu di 26'ê kanûna 2021'an de di 90 salî de koça dawî kiribû.