EDENE - Li Edeneyê 6 kesên di pîrozbahiya Newrozê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Li Edeneyê di pîrozbahiyên Newrozê de Mahfûz Çelîk, Ozcan Dal, Yahya Çîn, û zarokên bi navê B.K., S.T. û H.H.S. hatibûn binçavkirin. Polîsan li wan dabû kiribûn binçavan. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan ew birin Edliya Edeneyê û bi dû îfadeyên li dozgeriyê re serbest hatin berdan.