AMED - Di danişîna rojnamevan Hatîce Şahîn de biryar hat dayîn ku şahidên nepen Ezel û Firar ên îfade dane dosyeya wan were lêkolînkirin.
Danişîna doza nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin. Şahîn beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.
Di danişînê de Lorîn Baran wek şahid hat guhdarkirin. Baran anî ziman kul i buroya Yenî Yaşamê ya Amedê wek sekreter dixebite û Hatîce Şahîn jî xebatkara rojnameyê ye û ew nebûye şahidê xebatek dijqanûnî.
Dozger ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin xwest dosye were rawestandin û derbarê Şahîn de jî biryara şertê kontrola edlî berdewam bike da.
Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku ew îfadeyên şahidên nepen Ezel û Firar derbarê miwekîla wî de dane qebûl nake û piştî biryara dozê were amadekirin wê parastina berfireh bike.
Şandeya dadgehê piştî navberê biryar da ku dosyeya Ezel û Firar were lêkolînkirin û derbarê Şahîn de jî qedexeya derketina derveyî welat bidome. Dadgehê danişîn taloqî 28’ê hezîranê kir.